Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê di roja 21'emîn de berdewam kir 2019-09-08 13:20:32   MÊRDÎN - Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya ku li dijî tayînkirin qeyûman hat destpêkirin di roja 21'emîn de berdewam dike. Di daxuyaniya ku di çarçoveya çalakiyê de hat dayîn hat diyarkirin ku wê têkoşîn bidome.    Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya ku li dijî tayînkirin qeyûman hat destpêkirin di roja 21'emîn de berdewam dike. Di daxuyaniya ku di çarçoveya çalakiyê de hat dayîn hat diyarkirin ku wê têkoşîn bidome.  Di daxuyaniya ku di bin pankarta bi dirûşma "Îradeya gel nayê xespkirin" li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr hat dayîn de parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Dersim Dag,  Necdet Îpekyuz, Huda Kaya, Siddik Taş, Ebru Gunay, Pero Dundar û Zulehya Gulum, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê  û Hevşaredarên Êlihê jî amade bûn.    'Divê têkoşîn bidome'   Di daxuyaniya ku li gel dorpêça polîsan hat dayîn de Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr axivî û ev tişt got: " Ger ku gelê me dixwaze bersivê bide qeyûman divê têkoşînê mezin bike.Em qeyûm ji bo çi hatine û li dû xwe çi dihêlin baş dizanin. Divê gelê me van lîstikan baş bizanibe û li dijî qeyûman û kesên ku dixwazin me tune bihesibînin li ber xwe bide. Em ê serî netewîn."   Piştî daxuyaniyê girseyê 10 deqe çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.