Salvegera Rêveberiya xweser ya Bakur-Rojhilatê Suriyê hat pîrozkirin 2019-09-08 10:23:17   EYN îSA - 1'emîn  salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi şahiyekê hat pîrozkirin.   Bi boneya 1'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Mesakin ya Eyn Îsa bi tevlîbûna bi sedan ji endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokartîk, hêzên QSD'ê, êlên ereb şahiyek hat lidarxistin. Gelek kesên ji neteweyên cuda bi cil û bergeên xwe yên neteweyî tevlî şahiyê bûn.    Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Di şahiyê de Hevserokên Meclîsa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qiriyo û Ferîd Etî, Hevserokên Meclisa Bakur û Rojhilatê Suriyê Bêrîvan Xalid û herwiha Ebid Hamid Mihbaş, li ser navê Meclisa Suriya Demokratîk(MSD) Emîna Omer û li ser navê Meclisa Leşkerî Fermandar Newroz Ehmed axivîn.   'Bi têkoşînê em gihîştin vê astê'   Li ser navê Meclisa Leşkerî Fermandar Newroz Ehmed a ku axivî wiha got:"Em di serî de li ser navê Meclisa Leşkerî vê şahiyê pîroz dikin. Bi saya têkoşerên azadiyê em gêhîştin vê astê. Me bi têkoşîneke mezin li hember hemû hêzên dagirker li ber xwe da. Li kêleka van serkeftinan jî gelê me hebû yên ku bi vîneke mezin pişgirî dan û  bi hev re me civaka xwe parast.   'Li Kobanê şerekî dijwar pêk hat'   Hevserokên Meclisa giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qiriyo û Ferîd Etî jî ku salvegera damezrandina Rêveberiya Xeser ya Bakur - Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kirin  ev tişt gotin:" Di sala 2013´an de Kobanê, Efrîn û Cizîr bi taybet li Kobanê şerekî bê hempa qewimî.  Lê bi berxwedana şervanan çeteyên DAIŞ´ê li Kobanê têk çûn. Em ê bi rihê netewa demokratîk nexşeya gelan li ser vê axê ava bikin û projeya xwe ya demokratîk li ser esasê hezkirin û hevgirtina gelan mayinde bikin."   'Têkoşîna li ser vê axê xwedî wateyek manewî ye'    Hevserokên Meclisa Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebd-El Hamîd Mihbaş jî axivîn û wiha gotin: "Têkoşîna ku li ser vê axê hat dayîn xwedî wateye manewî ye di dilê her welatparêzên ku ji axa xwe hesdikin. Bi vê şoreşê re 7 rêveberiyên herêmê bi rêxistineke xurt hatin avakirin.  Ji cizîrê heta dêrezorê me dikarîbû em van gelan bighîn hev ku bi hev re bi rihekî azad bijîn.     'Îro ev şahî bi saya bedelên giran tê pîrozkirin'   Li ser navê Meclisa Sûriya Demoqratîk(MSD) Emîna Omer jî ev tişt got:"Ger îro em li vê derê vê şahiyê bi hev re pîroz dikin, ev bi saya bedelên giran yên ku ev gel gihêştinê ye ku li gel hev û li ser axa xwe serkeftinên mayinde ji bo gelê xwe anîne û hebûna wan parasitine."   Paşê sinevîzyon li ser kar û xebatên salekê yên meclisê hate pêşkêşkirin. Pêyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Paşê komên beşdarvan yên wekî Koma Şehîd Şîlan ya Muzîkê û Koma Govendê ya Navenda Çandê ya Baqî Xido hunera xwe pêşkêş kirin.    Şahî bi stranên hunermend Melek El Yetî û Sefqan Orkêş bi dawî bû.