'Em dixwazin jinên xwedî îrade bigihînin' 2019-09-08 09:07:17   Beraa El-Elî   REQA - Jinên Rûsipiyên Eşîrên Ereban ên ku tevlî hevdîtinên  jinên rêveberiyên  rûsipiyên eşîran ên li herêmên rizgarkirî bûne , derbarê tevlîbûna jinan de  nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Hevdîtinên me yekbûna jina ereb û hêza wê ya hevbeş derxist holê û erk û misyona jina ereb di nava civaka Sûriyeyê de mayinde dike."   Hevdîtinên  Jinên Rêveberiyên  Rûsipiyên Eşîran  li herêmên rizgarkirî  ya ku li bajarê Tebqa bi dirûşma  "Bi hevgirtinê   em bi ser ketin   û ji bo parastinê em ê  li ber xwe bidin " di 1'ê Îlonê de hatibû lidarxistin. Jinên eşîrên ereban yên ku tevlî vê hevdîtinê bûn derbarê beşdarbûna xwe de û nîqaşên ku di hundirê hevdîtinê de pêş ketin  nêrînên xwe ji me re parve kirin û gotin: "Hevdîtinên me ji bo rizgariya tevahî jinên Sûriyê ye. Em dixwazin jinên xwedî îradeya  xurt ava bikin û welatê xwe ji dagirkeriyê û terorê biparêzin."    'Jinên ereb di têkoşîna azadiyê de bi israr in'    Jina rûsipiya eşîra Bû-Himêd û Rêveberiya Meclisa Jinê li Reqayê Xaliya El-Kicwan derbarê nîqaşên ku di hevdîtinê de hatin kirin wiha got: "Di nava  jiyana terorê de, koletiya  ku li ser jina ereb hatibû ferzkirin beşek girîng ji  nîqaşên vê hevdîtinê bû. Jinan nêrînên  ji hev re parve kirin. Di nav de jî jinan bal kişand ser rewşa herêmê di dema hikûmê terorê  de û piştî rizgarkirina herêmê çawa jiyana jin bi taybet guherî qonaxeke nû ji azadiyê û îradeya jina ereb derket pêş. Em dikarin bêjin ku hevdîtinên me di wê astê de bû ku jina ereb jî xwedî erk û misyonê di rêveberiya civakê de û di têkoşîna xwe de bi israr e."    'Bi yekbûna jinên herêmê me hebûna jina ereb parast'   Di dewamiya axaftinên xwe de Xaliya  bal kişand ser êşa jina ereb di hindirê civakê de berî rizgarikirinê  û vejîna têkoşîna wê bi hatina şoreşa jin re û wiha domand: "Di civaka ku em tê de dijîn, em rastî  gelek cûreyên zoriyê û zilmê dihatin. Em ji mafên xwe yên herî hêsan mehrûm diman. Di aliyê xwendinê de em li paş bûn , di milê civakê de  bi çavên piçûk li me dihat mêzekirin û di girtina biryarê de deng û nêrîna me tune bû. Zihniyeta serdestiyê wisa li me kiribû ku em ji jinbûna xwe dûr bikevin û tenê ji bo xizmetê bijîn. Di nava van hevdîtinan de ev hemû hatin rexnekirin û merheleyeke nû ya jina pêşeng bi saya şoreşa jinê dest pê kir . Êdî em xwedî biryar in, parastina xwe bi xwe  dikin û civaka xwe bi rê ve dibin û jê re dibin pêşeng.  Ew enerjiya jinê ya ku fetisî mabû, me derxist holê û bi yekbûna tevahî jinên herêmê, me karîbû careke din hebûna xwe biparêzin û erk û misyona xwe mayinde bikin."     'Em dixwazin jinên xwedî îradeya xwe ava bikin'   Jina rûsipiya eşîra El-Henada, Meryem El-Ibrahîm wiha got: "Li herêmê rêveberiya taybet ji bo jinan hatiya avakirin. Rêxistinbûna jinê di astên herî jor de ye. Di nava vê hevdîtinê de me pêşketinên xwe ji hev re pêşkêş kirin û cihên ku kêm man bi pêşniyarên nû, da ku em cihê van kêmasiyan  dagirin û  derbas bikin li ser hinek xalan hat erêkirin. Em dixwazin jinên xwedî îrade  ava bikin û welatê xwe ji dagirkeriyê û terorê biparêzin."