'Zilma DAÎŞ'ê pir dijwar bû' 2019-09-08 09:04:33   Sîbîlya Ibrahîm   MINBIC - Jina bi navê H.M. ya bûye şahida zindî ya zilma DAÎŞ'ê diyar kir ku jinan gelek zehmetî ji destên DAÎŞ'ê kişandin û wiha got:" Zilma ku çeteyên  DAIŞ'ê li mirovan dikir dîrok li hemberî wê bê ziman dimîne û nikare şîrove bike. Ez wan rojên bi êş ji bîr nakim. Zilma DAÎŞ'ê pir dijwar bû."   Çeteyên DAÎŞ'ê gelek komkujî li dijî mirovan pêk anî. Di vê komkujî û qirkirinê de bêtir jin û zarok bi bandor bûn. Hinek kes bûn şahidê bûyerên qirêj ên DAÎŞ'ê. Yek ji jinên ku bûye şahidê zilma DAÎŞ'ê jê jina bi navê H.M. ya 32 salî û li Cerablûsê dijiya ye. H.M. ya niha li Minbicê dimîne û wiha dibêje:"Ez yek ji şahidên dîroka bêbextiya DAIŞ'ê bûm.    'Ez wan rojên bi êş ji bîr nakim'   H.M. bi lêv kir ku êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser civakê bi awayekî hovane bû û wiha got: "Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî bajarê Cerablusê kirin. Di dema êrîşan de şêniyên Cerablusê ji malên xwe derketin û berê xwe dan sînorê Tirkiyeyê. Hêza gelê bê çek  tune bû da li ber xwe bide. Di nava şêniyan de malbata min jî derketin, lê tenê xalekî min di mala xwe de ma û derneket. Roja duyem a êrîşa çeteyên DAIŞ'ê komkujiyek mezin li ser şêniyên ku nikarîbûn derkevin pêk hat. Gelek mirov hatin şerjêkirin û di nava wan de jî xalê min jî hebû. Ez wan rojên bi êş ji bîr nakim. Lê dîsa li berxwe didim û hewl didim ku li ser piyên xwe bimînim."    'Çeteyên DAIŞ'ê xalê min û mirovên me şerjê kirin'   Di nava axaftina xwe de H.M behsa bûyera şerjêkirina xalê xwe kir û diyar kir ku di nava wê komkujiyê de gelek mirov û cîranên wê jî hebûn û wiha domand: "Dema xeber ji min re hat  ku xalê min hatiye şerjêkirin, bi lez ez û keça xalê xwe ji sînor vegeriyan bajarê Cerablusê. Dema em gihaştin me bûyereke  ne ji rêzê dît, me dît ku hema serê mirovan û bi daran ve hatiye daleqandin. Serê xalê min jî di nava wan de bû, ji bêrî wî jî serê gelek xortên cîranên me û mirovên me yên ez wan nas dikim hatibû daliqandin. Dema min ev bûyer dît canê min hejiya û hêstirên tirs û xemgîniyê di hindirê min de xeniqî man."    'Bêdengiya li dijî zilma DAÎŞ'ê nayê qebûlkirin'    Di dewamiya gotinên xwe de H.M destnîşan kir ku wê bûyerên cuda yên gelek zehmet jiyaye û wiha dewam: "Min berî bûyera xalê min, gelek bûyerên din dîtin. Wekî ku çawa bombe di devê mirovan tê teqandin, bi werîsan tên xeniqandin. Bi poşêtên nalyonan tên fetisandin û bi guleyan tên kuştin. Ev hemû bûyer  hîn li ber çavên min in. Zilma ku DAIŞ'ê li mirovan dikir, dîrok li hemberî wê bê ziman dimîne û nikare şîrove bike. Bêdengiya li dijî zilma DAÎŞ'ê nayê qebûlkirin."   'Çeteyan bi erzanî nirxên jinan binpê dikirin'   H.M. wiha dewam kir: "Di nava Cerablusê de avahiyek hebû. Jê re digotin avahiya El-Wezîr, li pêşiya wê vîna jinan dihat çewisandin.  Jinên Êzîdî li pêşiya vê avahiyê dihatin firotin. Çeteyan bi erzanî nirxên jinan binpê dikirin û ya tecawizî wan dikir an jî ew wekî kole bi kar dianîn. Carinan wijdanê min tehemûl nedikir ez van bûyeran bibînim, lê em mecbûr dikirin em bibin şahid, da ku ji me re bêjin ku hûn jin ev in bê hêz bê vîn in. Lê jin li gor min ne bê hêz û ne bê vîn in."   'Ez dixwazin vegerim mala xwe û li ser axa xwe bijîm'    Di dawiya van çîrokên bi êş de H.M. daxwaz kir ku vegere Cerablusê û dewleta tirk li ser axa wan nemînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Çete û dewleta tirk heman zihnîyet e. Her roj dîsa mirov tên revandin, malên welatiyan tên talankirin û derfetên jiyanê di hindirê Cerablusê de tune ye. Ez ji Cerablusê hatim Minbicê min jiyan domand, lê her hisreta rizgariya Cerablusê di dilê min de ye. Em dixwazin dîsa vegerin malên xwe û dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa me nemîne."