Dayikên Şemiyê: Divê hûn aştiyê pêk bînin 2019-09-07 15:02:33   STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Kenan Bilgîn yê di 12'ê Îlona 1994’an de hat windakirin pirsîn. Dayikên Şemiyê bang li dayikên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin kir û gotin: "Cihê hûn lê rûdinên ne wir e. Cihê hûn lê rûnên pêş buroyên kesên vî welatî bi rêve dibin e."    Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin di hefteya 754’an de xwestin dîsa li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Lê carek din polîsan destûr neda ku dayik li Qada Galatasarayê kom bibin. Dayikên rastî astengiyên polîsan hatin, berê xwe dan ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û li peş ÎHD'ê kom bûn. Polîsan dîsa kolana pêş Şaxa ÎHD'ê dorpêç kirin û destûr nedan ku kesên cuda derbasî kolanê bibin. Dayikan dîsa berdilkên ku wêneyê windayan li ser heye û qurnefil istin destê xwe. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu û Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu da tev li çalakiya dayikan bû. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Kenan Bilgin yê di 12'ê Îlona 1994'an de li Enqereyê hat windakirin pirsîn.    Keça Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995’an de hat binçavkirin û windakirin Besna Tosun daxuyanî da. Tosun, diyar kir ku bi salan e li aqûbeta windayan digerin, lê heta niha encam bi dest nexistine. Tosun, anî ziman ku yek ji belgeyên nîşan dide ku li Tirkiye hiqûq tune ye windakirina Kenan Bilgin e û wiha got: "Li Tirkiye daraz û hiqûq tune ye. em carek din qerîna xwe bilind dikin. Em dipirsin û dibêjin We çi kir ji Kenan Bîlgîn? Kenan Bîlgîn 35 sali bû. Di 12'ê Îlona 1994'an de li Dikmenê dema li rawestgeha otobusan rawestiya bû revandin û birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. Di çarçoveya heman operasyonê de 10 ksên din jî hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Dema ev kesên hatin binçavkirin sewqî dadgehê kirin di nava wan de Kenan Bilgin tune bû. Wan ji dozger pirsa 'Kenan Bîlgin bi mere bû we çi kir jê?' pirsîn. Dozger jî bersîva 'We eleweder nake' da. Şahidan agahî dan û diyar kirin ku Bilgin wan li Şaxa Tem'ê ya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê dîtine. Dîsa Prz. Murat Demir jî yê wê demê hat binçavkirin diyar kir ku wî Bîlgîn li midûriyeta polîsan dîtiye."    Besna, da zanîn ku malbatê wê demê ji bo aqûbeta Bîlgîn bipirsin serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û wiha pêde çû: "Dozgerê Komarê yê Enqereyê Selehattîn Kemaloglu, ji bo Kenan Bîlgîn bibîne ket nava hewldanan, lê ew asteng kirin. Ew ji Enqereyê sirgûn kirin. Li şûna wî Dozger Ozden Tonuk ser dosyayê girt û dosya girt."    Besna, anî ziman ku ji ber hiqûqa navxweşî encam negirt, malbatê doz birin Dadgeha Mafên Mrovan a Ewropayê (DMME) û wiha bi dawî kir: "Dadgehê bi hinceta Kenan Bilgin di 12'ê Îlona 1994'an de bi zorê hatiye binçavkirin heta 3'ê Cotmeha 1994'an di destê polîsan de maye, der barê wî de tu girtek nehatine girtin, Tirkiye bi yek dengî mahkûm kirin. Bîlgîn binçav kirin û di bin çavan de îkence lê kirin. Li Şaxa TEM'ê ya di fermana Midûrê Polîsan ê Enqereyê Orhan Taşanlar de rastî îşkenceyê hat. Dayika Kenan Bîlgîn Fincan Bilgin bêyî bigêje kurê xwe koç kir. Em ê têkoşîn û doza dayika Kenan Fîncan Bilgin bidomînin û em wê ji bîr nakin. "   Birayê Bîlgîn Îrfan Bilgin jî cezayê ku li Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu hatiye birîn şermezar kir û wiha got: “Cezayê li Canan hatiye birîn li dijî hqûqê ye. Em bang li dayikên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê runiştine jî dikin û cihê wan ne wir e. Rojnameyên ku heta niha dengê dayikan nabihîzin. Wezîr û rayedarên ku heta niha dengê dayikan nabihîzin, bi lez dengê van dayikan bihîstin. Em jî dibêjin ne hûn em dikarin qêrîn û hawara wan dayikan fam bikin. Ne hûn. Divê hûn aştiyê pêk bînin. Em bang li dayikên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin dikin. Cihê hûn lê rûdinên ne wir e. Cihê hûn lê rûnên pêş buroyên kesên vî welatî bi rêve dibin e."