Malbatên Geziyê tevlî çalakiya rûniştinê ya li Amedê bûn 2019-09-07 14:58:56   AMED - Çalakiya şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman îro jî li Amedê pêk hat. Îro Malbatên Geziyê, bi pankarta ku li ser wêneyên kesên li Geziyê jiyana xwe ji dest dabûn, hatibû xêzkirin, meşiyan Kolana Lîseyê û tevlî çalakiya rûniştinê bûn.   Çalakiyên şermezarkirinê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê hatî destpêkirin li gelek bajaran didomin. 20 roj in li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya rûniştinê pêk tê. Parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Odeya Endezyarên Madenê (MMO), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan, bi çepik û dirûşmeya "Amed a me ye, rûmeta me ye" dest bi çalakiya xwe kirin.    Her wiha di roja 20'emîn de ji malbatên Geziyê bavê Alî Korkmaz Şaban Korkmaz, dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan, dayik û bavê Berkîn Elvan Gulsum Elvan û Samî Elvan, dayika Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk û dayika Medenî Yildirim ku li navçeya Licê ya Amedê di şermezarkirina qereqolekê de jiyana xwe ji dest da Fahriye Yildirim tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê anîn ziman. Malbat, bi pankarta ku li ser wêneyên kesên li Geziyê jiyana xwe ji dest dabûn, hatibû xêzkirin, meşiyan Kolana Lîseyê. Malbatan di meşê de dirûşmeya "Li dijî faşîzmê em mil bidin hev" berz kirin. Malbat li nobetê bi çepik û dirûmeyan hatin pêşwazîkirin.    Di çalakiyê da li ser navê Malbatên Geziyê Volkan Kesanbilici axivî û wiha got: "Mixabin em ji bo tiştekî nebaş hatin li vir wekî hatina me yên borî. Em di dema xirabkirina Sûrê de, di doza Medenî Yildirim de, di doza Kemal Kurkutê ku di Newrozê de hatî qetikirin de em hatin li vir. Li vir welatî ligel birînên xwe hewldan ku birînên me jî bipêçin. Ev kes nûnerên gel in, siyasetmedarên ku hatine bijartî ne û me bi hev re têkoşîna aştiyê daye. Lê niha bi hinceta dabeşkeriyê kirine tên darizandin. Dawîkirina ji peywîrê tê çî wateyê gelo? Divê raya giştî baş bifikire. Muxatabên me her tim kesên ku hatine bijartî ne. Em ê barê wê jî parvebikin û piştre berê xwe bidin Stenbolê. Em wê bi tenê nahelin."   Akademîsyen Nesrin Nas tevlî çalakiyê bû û bal kişand ser tayînkirina qeyûman wiha axivî: "Rojên borî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hate Amedê. Ev tişt tê wateya yekîtiya vîn e. Dema Wan, Amed û Mêrdîn tê xespkirin her wekî vîna Tirkiyeyê tê xespkirin. Divê em bi hev re bin."   Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 20'emîn bi dirûşmeyan hat bi dawî kirin.