Jinên Wanê: Hevserokatî pergala me ya azadiyê ye 2019-09-07 14:35:59   WAN - Şermezarkirina li dijî tayinkirina qeyûman a li navçeya Îpekyolu ya Wanê dewam dike.    Çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman a li  li navçeya Îpekyolu ya Wanê dewam dike. Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Murat Sarinç, Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Hasan Ozguneş, Murat Çepni, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Mustafa Avci, rêvebirên navçe û bajaran ên HDP'ê,  Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê  û gelek kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiya şermezarkirina qeyûman a li ber avahiya navçeya Îpekyoluyê de pankartên "Hevserokatî pergala me ya azadiyê ye, kes nikare xesp bike hat hilgirtin","Qeyûm xesp e","Qeyûm dijminê çandê ye","Qeyûm dijminê jinê ye" hatin hilgirtin.    'Em ê îradeya gel teslîmî Enqereyê nekin'   Di daxuyaniyê de Hasan Ozguneş got:"Em li dijî darbeya qeyûman têkoşînek demokratîk didin. Bi awayekî ne hiqûqî dest dan ser şaredariyên gel. Em ê îradeya gel teslîmî Enqereyê nekin. Ji bo nelêritiyên wan derneve holê qeyûman tayin dikin. Ji bo rantê qeyûman tayin dikin. Em ê li dijî vê neheqiyê têkoşîna xwe bidomînin."