Kesên ku li Îzmîrê qeyûm şermezar kirin bi êrîşa polîsan rû bi rû man 2019-09-05 14:09:26   ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê xwest li dijî tayinkirina qeyûman çalakiya rûniştinê pêk bîne. Polîsan êrîşî kesên ku xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin, kirin. Gelek kes hatin binçavkirin û parlamenteran lêdan xwarin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê xwest li dijî tayinkirina qeyûman li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan  çalakiya rûniştinê pêk bîne. Polîsan êrîşî kesên ku xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin, kirin. Gelek kes hatin binçavkirin û parlamenteran lêdan xwarin.    Rojnameger jî di nav de gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.