Endamên meclîsa HDP'ê yên dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin daxuyanî dan 2019-09-05 13:41:40   WAN - Endamên Meclîsa HDP'ê yên Artemitê ku dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin daxuyanî dan   Li Artemêta Wanê di hilbijartinê de HDP bi ser ketibû. Ji ber hinceta ku hevserokên HDP'ê KHK'yîne mazbatayên wan nehatibû dayin. Her wiha derbarê endamên meclîsê yên HDP'ê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dewsa Endamên meclîsa HDP'ê Atiye Şen, Medeni Ozer, Savaş Encu Sevinç Şeker qeyûm hatin tayinkirin.    Ji bo şermezarkirina tayinkirina qeyûman Rêxistina Navçeyê ya Artêmitê ya HDP'ê daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê hat dayin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaçi Hevseroka Şaredariya Wanê Bedia Ozgokçe, endamên meclîsê yên dewa wan qeyûm hatin tayinkirin, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadişen Karabulut û Umit Dede beşdarî daxuyaniyê bûn.    'Em rê hemû rêyên hiqûqî bixin'   Daxuyanî ji aliyê endamê meclîsê yê dewsa wî qeyûm hat tayinkirin Medenî Ozer da. Medenî di daxuyaniyê de ragihand ku tayinkirina qeyûman li dijî demokrasiyê ye û got ew ê rê hemû rêyên hiqûqî bixin.