Parlamentera fransî: Li dijî qeyûman divê Fransa helwestê nîşan bide 2019-09-05 13:07:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera çepgir a Fransayê Muriel Ressiguier li dijî tayînkirina qeyûman a Wan, Amed û Mêrdinê bang li hikûmeta Fransayê kir û got: "Li hemberî dewleta tirk divê hikûmet helwestê nîşan bide."   Parlamentera Tevgera France Insoumise ya ji herêma Montpellierê ya Fransayê Muriel Ressiguier mijara tayînkirina qeyûman a şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'yî ji Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Karên Ewropayê pirsî. Muriel bi bîr xist ku li hemberî tayînkirina qeyûman çalakiyên protestoyî tên lidarxistin û polîs bi tund êrîşê çalakiyan dikin.    Di daxuyaniya Murielê de qala mafên mirovan hat kirin û wiha gotin: "Der barê pirsgirêka Kurd de û ji bo parastina mafên însanî yên gel divê Fransa di çarçoveya hewldanên dîplomatîk de helwestê nîşan bide. Ji bo parastina mafên mirovan a kurdan gelo hikûmet ma difikire ku çi bike?"