Hevdîtinên Şandeya Jinan a HDP'ê li Başûr didome 2019-09-05 12:50:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a HDP’ê serdanên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistanê didomînin. Şande li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî yê. Di serdanê de hat gotin ku bi pêşengiya jinên Kurd feraseta herêmê diguhere.   Şandeya ku bi serokatiya parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, parlamentera Amedê Semra Guzel, parlementera Şirnexê Nûran Îmîr û hevşardara Şemrexê Nalan Uzdemîr pêk tê, li gel nûnertiya HDP'ê ya li Herêma Federal a Kurdistanê Muzeyen Guneş û endama Nûnertiyê Mizgîn Arî  li Hewlêr û Silêmaniyê ye hevdîtinên xwe didomînîn. Şandeya HDP'ê di çarçoveya ziyaretên xwe de çûn serdana Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Rêxistina Yekgirtiya Xuşkên Îslamî û Rêxistina Xuşkên Îslamî ya ser bi Komela Îslamî, Endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê û her wiha bi seroka parlementoya Herêma Kurdistanê Rêwas Faîq re civiyan. Îro jî şandê li Silêmaniyeyê bi Tevgera Azadî re hevdîtin pêk anîn.    Jinan di hevdîtan de qala hewcedariya têkoşîna hevpar kirin û da zanîn ku ji bo yekîtiya Gelê Kurd pêşengiya jinan pêwist e. Jinan di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku di dîrokê de jinên Kurd pêşengî kirinê û li ber xwe dane.    'Jin li her çar parçeyan bi bandor in'    Şande îro di hevdîtina xwe ya bi Tevgera Azadî re kirî de bal kişand ser pêşengiya jinên Kurd. Di serdanê de parlementera HDP’ê Feleknas Uca diyar kir ku bi pêşengiya jinên Kurd feraseta herêmê tê guherandin û wiha axivî: "Dewlet dixwaze pêşiya berxwedanê bi desteserkirina şaredariyan bigire. Lê têkoşîna jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bandora xwe heye. Tu tişt wê nikaribe li pêşiya berxwedana me ya azadî û demokrasiyê bisekine.”   'Têkoşîn dê bandorê li herêmê bike'   Berdevka Tevgera Azadî Tara Huseyîn jî diyar kir ku destkeftiyên li her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jinan tê bidestxistin û wiha got “Ji ber vê jî em dizanin em ji bo çi têdikoşin. Em jinên Kurd têdikoşin ku herêm were guherandin, azadî û demokrasî were pêşxistin. Vê têkoşîna me bandorê li herêmê dike û wê diguherîne.”   'Tekoşîneke hevpar bi hewceye'   Di hevdîtinên ku duh pêk hatî de nûnêrên sazî û rêxistinên jinan qala berxwedan û têkoşîna hepar kirin. Berpirsa Ofîsa Yekgirtûya Xuşkên Îslamî ya Hewlêrê Bedîa Xalid di hevdîtinê de mijara netewî û rewşa jinan girt dest û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Divê jin ji bo hemû mijaran piştgiriya hevdû bikin.”   Sekretera Rêxistina Xuşkên Îslamî ya Hewlêrê Qumriye Berzencî , piştgiriya xwe ji bo daxwazên şandeya HDP’ê anîn ziman û wiha domand: “Ola Îslamê cûdahiyê naxe nava netew, rêgez û pêkhateyên cûda de. Divê em jî ji bo nehêlana van cûdakariyan bixebitin.”   Endama Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Nîştiman Kemal qala berxwedanê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me di civînê de behsa berxwedana ku li Bakurê Kurdistanê li beramberî siyaseta dijmirovî ya dewleta Tirk tê meşandin kir. Her wiha em ê li gel rêxistinên jinan yen din ji bo rewşa Mexmûrê bikevin nava hewladanan."