Girtiyan hişyar kirin: Heger şerdên me serast nekin em ê dest bi grevê bikin 2019-09-05 12:29:26   AGIRÎ - Girtiyên di Girtîgeha Tîpa L a Panosê diyar kirin ku binpêkirina mafan zêde bûne û gotin ger şerdên wan serast nekin ew ê têkevin greva birçîbûnê.   Girtiyên di Girtîgeha Tîpa L a Panosê diyar kirin ku binpêkirina mafan zêde bûne û gotin ger şerdên wan serast nekin ew ê têkevin greva birçîbûnê. Girtiyan bi hevdîtan telefonê ya bi malbatên xwe re anîn ziman ku binpêkirina mafan her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyan diyar kirin ku alavên wan tên desteserkirin û belavkirin.    Girtiyan binpêkirina mafan wiha ragihandin:   "Îdareya girtîgehê bi awaykî kêfî mafê me yê têkiliyê asteng dike. Tu rojnameyan nade me. Wekî hincet jî dibêjin li bayiyan rojname tune ye. Nameyên me jî dereng didin me. Em nikarin bi derve têkiliyê çê bikin. Me gelek caran ji bo ajansên nûçeyan name şand. Lê îdareya girtîgehê dest xistin ser nameyên me. Gotin em nameyên we naşînin û paşde dan me. Çalakiyên me yên civakî û werzîşê tê astengkirin. Em bi mehane dernakevin tu çalakiyan.    'Heger şerdên me serast nekin em ê dest bi greva birçîbûnê bikin'   Polîsên Tevgera Taybet kengî bixwazin bi awayekî kêfî dikarin bigirin ser koguşên me.    Me ji bo binpêkirina mafan xwest bi mudurê girtîgehê re hevdîtinê bikin. Me daxwazname şand lê bersiv neda. Em dixwazin vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Heger şerdên me serast nekin em ê dest bi greva birçîbûnê bikin."