Şandeya HDP'ê çû serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê 2019-09-04 15:32:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ji parlementer û hevşaredarên HDP’yî pêk tên li Hêrema Federal a Kurdistanê dest bi hevdîtinan kirin. Şande ji Endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê hatin gel hev û gotin: "Li dijî şîdetê têkoşîneke hevbeş bi hewceye."   Şandeya ku bi serokatiya parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, parlamentera Amedê Semra Guzel, parlementera Şirnexê Nûran Îmîr û hevşardara Şemrexê Nalan Uzdemîr pêk tê îro li Hewlêra Herêma Federal a Kurdistanê dest bi hevdîtinan kirin. Şande li gel nûnertiya HDP'ê ya li Herêma Federal a Kurdistanê Muzeyen Guneş û endama Nûnertiyê Mizgîn Arî ve çûn serdana Rêveberiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê. Endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê şande pêşwazî kirin.   'Em ê ji bo yekîtiyê pêşengiyê bikin'   Piştî hevdîtinê Feleknas Uca daxuyanî da û bal kişand ser armanca serlêdana xwe û wiha got: "Em ji bo pêkanîna yekîtiya kurdan ketin nava hewldanan. Di dîrokê de jinên kurd ji berxwedanan re pêşengî kirine. Dema wê hatiye ku em niha pêşengiyê ji bo yekîtiya jinan û Kurdan pêk bînin."   'Li dijî êrîşan divê nêrînên me bibin yek'   Feleknas, di daxuyaniyê de qala êrîşa û zordariya li hemberî Gelê Kurd kir û wiha axivî: "Em niha hatin li vir û em dixwazin li ser êrîş û zordariyên li hemberî Gelê Kurd nîqaşan bikin. Her wiha em dixwazin li ser rê û rêbaza têkoşîna hevpar a li dijî êrîşan nêrînên xwe bikin yek. Em dixwazin ji bo çareseriya pirsgirêkan xebat bidin meşandin."   'Li dijî kuştina jinan kampanyayek hat destpêkirin'   Her wiha Uca di axaftina xwe de da zanîn ku êrîşa li hemberî jinê her ku diçê zêdetir dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Bakur li dijî şîdet û kuştina jinan me kampanyayek daye destpêkirin. Her roj jinek tê kuştin. Li dijî kuştina jinê û ji bo parastina mafê jinê divê em têkoşîneke xurt û hevpar bidin meşandin."   'Têkoşîneke hevbeş bi hewceye'   Di serdanê de Dr. Viyan Silêmanî axaftinek kir û kêyfxwaşiya xwe ya li hemberî hatina şandeyê anî ziman. Viyan, diyar kir ku armanc hevbeş in û wiha axivî: "Armanca me û armanca koma ku hatî hevbeş in. Pêwîste em ji bo vê kar bikin. Bi taybetî di mijarên wekî nîştimanî û neteweyî de. Her çiqas li parlamentoyê û hikûmetê jin hene jî, lê di asta hewcedariyan de nînin. Her wiha me nekarî em li hemberî şîdeta jinê rawestin. Pêwîstiya me bi têkoşîna pir alî heye. Em niha li nîva rê de ne."