Li Helebê Pêşdibistina Kulîlkên Şehîdan hat vekirin 2019-09-04 15:17:48   HELEB - Saziya Malbatên Şehîdan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê  ji zarokên şehîdan re pêş dibistanek bi navê Kulîlkên Şehîdan vekir.   Saziya Malbatên Şehîdan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi şahiyekê ji  zarokên berxwedêran re pêşdibistanek bi navê Kulîlkên Şêhîdan vekir. Di şahiyê de bi dehan jin û zarokên berxwedêran amadebûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Nesrîn Cimo û Endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayten Reşo axivîn û wiha gotin: "Em vekirina pêşdibistana zarokan li têkoşerên azadiyê pîroz dikin. Em bi saya xwîna zarokên xwe gihaştin vê rojê. Zarok pêşeroja civakê ne. Ji bo zarokên me pêş bikevin me pêşdibistanek vekir. Em bi vê yekê keyfxweş in."   Her wiha ji aliyê dayikên têkoşerên azadiyê ve dibistan hat vekirin û şêranî hat belavkirin.