Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê: Ev gel paşde gav navêje 2019-09-04 14:56:07   MÊRDÎN - Li Mêrdînê 17 roj in çalakiya rûniştinê li gel astengî û dorpêça polîsan li Parka Karayoluyê pêk tê. Di çalakiyê de wiha hat gotin: "Ew çidikin bila bikin ev gel tucarî paşde gav neavêt dê navêje jî."    Çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman îro jî pêk hatin. Li Mêrdînê piştî tayînkirina qeyûman çalakiya rûniştinê di roja 17'an de didome. HDP'yî dema ku hatin Parka Karayoluyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag jî di nav de HDP'iyan li cihê ku hatin astengkirin li vir dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kirin.    Lê polîs nehişt welatiyên der dorê tevlî çalakiyê bibin. Di çalakiyê de pankarta "Vîna gel nayê xespkirin" hat vekirin û qeyûm bi çepik û tilîliyan hatin şermezarkirin.     Piştî çalakiya rûniştinê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û wiha got: "Divê em zanibin ku ev helwesta AKP-MHP'ê bi neyartî ye. Tayînkirina qeyûman ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ev pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye. Her wiha dixwazin gelê me bi girtin û binçavkirinan bitirsînin. Lê çi dikin bila bikin ev gel paşde gav navêjin."