Hevserokan bertek nîşanî DEDAŞ'ê dan 2019-09-04 13:59:16   ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan û gotin:“DEDAŞ sûc kiriye. Ev ne tahsilata deyn e, hewldana mexdûrkirina gel e.”    Şîrketa Anonîm a Ceryanê ya Dîcle (DEDAŞ) li Êlihê bi hênceta deynê serdema qeyûmê nehatiye razandin ceryana dînamoyên ava şebekeya Êlihê birî. Ji duh ve bi boneya ceryan nîne ava Êlihê hatiye qûtkirin. Birîna avê bandorek neyînî li ser sed hezaran welatî dike. Duh rayedarên şaredariyê li gel DEDAŞ’ê hevdîtin pêk anîn û DEDAŞ’ê gotibû dê ceryanê berdin. Hat zanîn ku tevî vê yekê jî heta niha tu pêşketin çênebûye.    Têkildarî mijarê Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz li ber deriyê şantiyeya avê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevşaredaran xwest gel ji bo berteka xwe ya demokratîk nîşan bide vexwendin ber avahiya DEDAŞ’ê.    Mehmet Demîr da zanîn ku dema piştî 31’ê Adarê hatin ser wezîfeyê di serdema qeyûm de 8 milyon 473 hezar û 38 TL şaredarî di serdema qeyûm de ji DEDAŞ’ê re deyndar bûye û ji 3’ê îlona 2019’an ve di serdema 5 mehan de bi giştî 7 milyon 94 hezar û 11 TL deyn hebûye û ji vî deynî 3 milyon 499 hezar û 609 TL razandine.    'DEDAŞ ji bo gel mexdûr bike di nava hewldanan de ye'   Mehmet anî ziman ku deynê di serdema qeyûm de maye û bi faîza wê re bi giştî 15 milyon 567 hezar û 50 TL ye û got: “Demek dirêj e ji bo deyn em bi DEDAŞ’ê re hevdîtina pêk tînin. Me ji wan re got em ê ji mehê carek 2 milyon deynê we bidin. Wan jî got divê hûn mehê 4 milyon lîre bidin me. Lê me bi israr ji wan re got di serdema qeyûm de 300 milyon lîre deyn maye û me wisa dewr girtiye. Me got hatina me jî ewqas nîne û Bankaya Bajaran jî pere nade me. Lê daxwazên me qebûl nekirin. DEDAŞ ji bo gel mexdûr bike di nava hewldanan de ye.”