Ji bo Mucahît kampanyaya medyaya civakî hat destpêkirin 2019-09-04 12:05:16   AMED - Mucahît Yilmaz di serdegirtina malek li Rezanê de jiyana xwe ji dest dabû. 46 roj in cenazeyê Mucahît nadin malbatê. Nedana cenaze di twîtterê de bû rojev û hastagiya “#MücahidinCenazesiniVerin (#CenazeyêMucahîdBidin)” di rêza TT de ket rêza duyemîn.    Li navçeya Rezanê ya Amedê di 21’ê Tîrmehê de polîsan bi ser malekê de girtibû û hatibû diyarkirin ku Mucahît Yilmaz hatiye înfazkirin. Li gel malbata Mucahît cenazeyê zarokê xwe teşhîs kir jî 46 roj in malbat nikare cenaze werbigire. Cenaze li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê tê ragirtin. Malbat li ser Dozgeriya Amedê hewldanên ji bo wergirtina cenaze didomîne. Her çiqas malbatê cenaze nas kiribe jî lê bi hêncetên “DNA bi encam nebûye” û “Girêdayî destûra dozger e” cenaze nadin malbatê.    Ji bo dayîna cenazeyê Mucahît li ser twîtterê kampanya dest pê kir û bû yek ji rojevên sereke. Bi hastagiya “#MücahidinCenazesiniVerin (#Cenazeyê MucahîdBidin)” di rojeva Tirkiyeyê de di rêza TT de ket rêza duyemîn.