Li Wanê penaber li otogar, kolan û parkan dijîn 2019-09-04 10:26:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Otogara navbera bajaran a Wanê bi sedan penaber bi mehan e di nava şert û mercên giran de ne dijîn. Her wiha îsal 37 penaber dema ku ji sînor derbasî Wanê dibûn qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.   Li Wanê pêla penaberan didome. Li gorî nûçeya ANF'ê her roj ji 15 heta 25 salî penaber bêyî ku tu astengiyan bibînin ji sînor derbas dibin û xwe digihînin Wanê. Hin ji penaberan bi rêya 'bazirganên mirovan', hin jî bi destê dewletê tên anîn. Penaberên ku tên Wanê jî di nava şert û mercên nebaş de hewl didin bijîn.   Gelek ji penaberên tên Wanê li kolan û parkan dimînin. Yên din jî li Otogara navbera bajaran a Wanê dimînin. Gelek ji penaberên tên Wanê ciwanên di navbera 15 û 25 salî de ne. Hinek ji wan jî jin û zarok in.    Li sînorê Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Wanê di 12'ê nîsana 2019'an de 6 penaber qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Di 3'ê gulanê de 6 penaber dema ku ji sînorê Rojhilatê Kurdistanê derbasî bajarê Wanê dibûn qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Di 23'ê tîrmehê de li sînorê Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Wanê piştî ku berf heliya cenazeyê 25 penaberan hate dîtin. Di 18'ê tîrmehê de mînîbusa ku penaber tê de bûn li Wanê qeza kir û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan 50 kes jî birîndar bûn.