Jinan li Wanê bang kirin: Em li hemberî hişmendiya desthilatdar serî natewînin 2019-09-03 17:56:30   WAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê  li Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya şermezarkirinê li dar xistin û gotin: "Em li hemberî hişmendiya desthilatdar serî natewînîn. Me bi hev re qezenc kir û em ê bi hev re biparêzîn. Me pergala hevserokatiyê bi bedelên giran afirandiye û em ê li berxwe bidin. "   Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên  Amed, Mêrdîn û Wanê kirin şûnde li her deverên Tirkiyeyê û herêmê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Wanê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê ve bi tevlîbûna ji her deverên Tirkiyeyê û herêmê bi dirûşma "Hevserokatî xeta me ya mor e" li Parka Dabbaogluya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê.    Parlementerên HDP’ê  Salîha Akdenîz, Ayşe Surucu, Ayşe Acar Başaran, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Ebru Gunay, Muazzez Orhan, Şevîn Coşkun, Zuleyha Gulum, Remziye Tosun, hevşaredar, rêveber û endamên jin ên HDP'ê û Berdevka SKM’ê ya Giştî Denîz Aktaş  tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan pankarta 'Hevserokatî pergala azadiya jinan e em destûr nadin bê xespkirin' hat vekirin. Her wiha dovîzên “Qeyûm bireve jin hatin, hevserokatî xeta me ya mor e, em ê deskeftiyên xwe ji hişmendiya mêr re nahêlîn” hatin rakirin.    ‘Pergala hevserokatiyê bi bedelên giran hatiye avakirin'   Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan di çalakiyê de axivî. Bedîa di serî de têkoşîna hemû jinan slav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Wekî ku hûn ji dizanin di 19'ê tebaxê de careke din qeyûm tayînî şaredariya Wan, Amed û Mêrdînê hat kirin. Em li dijî vê darbeya siyasî dengê xwe bilind dikin.  4 meh in ew peywira ku me ji gelê xwe standî bi wê berpirsiyariyê em her tim tevgeriyan. Pergala hevserokatiyê bi bedelên giran hat afirandin û ji bo jiyaneke nu hatiye avakirin. Ew armanc dikin ku pergala hevserokatiyê îlegalîze bikin. Lê bila bizanibin ku ev hewlêdanên wan vala ne. Ev pergala di qanûnên her partiyeke siyasî de heye. Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e.  Em tu car paşve gav navêjin. Em ê  têkoşîna xwe bi hêz û baweriyeke mezin bidîn meşandin. Em xespkirina vîna gel bi tu awayî qebûl nakin."    ‘Me bi hev re qezenc kir û em ê bi hev re biparêzîn’   Piştî axaftina Bedîayê Berdevka SKM’ê ya Giştî Denîz Aktaş axivî û diyar kir ku ji her deverên Tirkiyeyê ji bo erêkirina pergala hevserokatiyê hatine Wanê û wiha axivî: "Pergala hevserokatiyê deskeftiyên hemû jinane. Îktîdara siyasî wekî her gav îro ji êrîşî mafên jinan dike. Hevserokatiyê qebûl nakin ji ber ku pergala hevserokatiyê ji tundiyê re dibêje na. Hevserokatî ji diziya re dibêje na. Ew tiştên ku qeyûm heta niha kirî hemû ji li dijî jina hatiye kirin. Cihê jinan ne li malê ye. Cihê jinan qadên berxwedanê, meclîs û şaredarî ne. Em jin êdî mêrê ku tenê siyasetê dike qebûl nakîn. Destkeftiya hevserokatiyê ji hemû jinên Tirkiye û Kurdîstanê re destkeftiya herî mezin e. Me jinan bi hev re ev destkeftî qezenckir û em ê bi hev re biparêzîn.”   ‘Em li hemberî hişmendiya desthilatdar serî natewînîn'   Herî dawî Berdevka Meclîsa Jinên HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr axivî. Dîlanê jî bal kişand ser xespkirina şaredariyan û wiha pê de çû: "Hikûmetê bi hiqûqî kir û şaredariyên me xespkirin. Tiştê bi hiqûqî faşîzma AKP’ê û MHP’ê ye.  Hûn kî ne ku hûn vîna Gelê Kurd nas nakin? Em jin li Wanê bang li we dikin û dibêjîn em hişmendiya we ya qeyûman qebûl nakin. Hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê heta dawiyê biparêzîn. Hikûmet modela jinan ya azadî hedef digire. Di vê modele de jin xwedî vîn in. Hûn li dijî modela jinan dijminahiyê ava dikin. Em careke din li  vir bang dikin em ê heta dawiyê pergala hevserokatiyê biparêzîn û wê li qadan bin. Em ê ji bo guhertina meşa xwe ya azadiyê heta dawiyê bidomînin. Em li dijî hişmendiya desthilatdar serî natewînin û em ê li berxwe bidîn.”    Piştî axaftinan, li gel astengiya polîsan jin bi dirûşmeyên “Hevserokatî xeta me ya mor e",”Qeyûm dê here gel dê were” heta avahiya Rexistina HDP’ê ya Rêya Armûşê meşiyan.