Rezan Zugurlu Ataş hat berdan 2019-09-03 15:47:14   AMED - Hevşaredara Navçeya Lice ya Amedê Rêzan Zugurlu Ataş ku 2 salin girtî ye serbest hat berdan.    Hevşaredara Navçeya Lice ya Amedê Rêzan Zugurlu Ataş ku 2 salin girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê serbest hat berdan. Rêzan Zugurlu Ataş di hilbijartina 2014'an de ji sedî 91 deng stendibû û di Tirkiye de bi dengê herî zêde wekî Şaredara herî ciwan hatibû hilbijartin. Di sala 2016’an de, ji 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk, qeyûm tayînî 95 şaredariyan kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî di navde 93 hevşaredar û 500 endamên meclisa şaredariyê hatin girtin.