Ji bo paqijkirina Mexmûrê kampanya hat destpêkirin 2019-09-03 14:41:52   MEXMÛR - Ciwanên li wargeha penaberan a Mexmûrê kampanyaya paqijiyê dan destpêkirin û kolan û taxên xwe paqij kirin.    Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Mexmûr ya meye, Mexmûrê qirêj nekin’ kampanyayek paqijiyê hat destpêkirin. Kampanya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM), Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM), Meclîsa Gel, Meclîsa ÎŞTAR û Şaredariya Mexmûrê pêk hat.   Beriya pêngava paqijiyê, belavok hatin belavkirin û piştre jî welatî hemû li kolan û taxên xwe dest bi paqijiyê kirin. Kampanya rastî eleqeyek mezin hat û hemû şêniyên wargehê tevlî paqijiyê bûn.