Şandeyek ji parlamenter û hevşaredarên jin ên HDP’yî pêk tên, çûn Başûr 2019-09-03 12:50:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ji parlementer û hevşaredarên jin ên HDP'yî pêk tên dê li Herêma Federal a Kurdistanê bi seroka parlamentoyê Bêger Talabanî û partiyên siyasî re hevdîtinan pêk binîn.    Bi armanca xurtkirina peywendiyên jinên kurd û pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd li dijî êrîşan şandeyek ji parlementerên jin ên HDP’ê û hevşaredarên HDP’yî pêk tên, ji bo hevdîtinan diçin serdana Herêma Federal a Kurdistanê. Şande wê bi seroka parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Bêgerd Talabanî û partiyên komên wan di nava parlementoyê de hene hevdîtinan pêk bînin.    Şandeya bi serokatiya parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ji parlementera Amedê Semra Gûzel, parlementera Şirnexê Nûran Îmîr û hevşardara Nisêbînê Parêzer Semîre Nêrgiz pêk tê.   Derbarê hevdîtinê de hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Federal a Kurdistanê Muzzeyen Gûneş axivî û diyar kir ku dê şandê îro derbasî Hewlêrê bibe û dê du rojan rêze hevdîtinan bi baskên jinan û partiyan re pêk bînin   Şandeya ku sibe wê li bajarê Hewlêrê dest bi hevdîtinan bike, wê destpêkê serdana Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî bike. Piştî Talabanî wê şande serdana baskê jinan ya partiyên komên wan di parlementoyê de heye bikin.