Fatma Kurtulan: Xitimîn bi destûreke bingehîn a demokratîk dikare bê vekirin 2019-09-03 09:05:04   STENBOL- Serokwekîla Koma HDP’ê û parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtulan da zanîn ku hewcedariya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk heye û bi pakêta darazê ya nû re paqjiya rê û ji bo pêkanîna vê hewce bi tifaqa demorkasiyê heye û got: “Damarên xitimandî yên Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn dikare vebe.”   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Mersînê Fatma Kurtulan da zanîn ku partiya wan di mijara destûreke bingehîn a demokratîk, pakêta daraza nû û tifaqa demokrasiyê de xebatan dimeşîne. Fatmayê der barê xebatan û pêvajoyê de pirsên me nirxandin û got tifaqa demokrasiyê dikare pêşiya Tirkiyeyê vebike.   *Wek HDP’ê li Tirkiyeyê di esasa avakirina rêya sêyemîn a siyasetê de we xebata tifaqa demokrasiyê da destpêkirin. Hûn bi rêxistinên civaka sivîl re xebatan dimeşînin. Di siyaseta alternatîf de girîngiya saziyên civaka sivîl çiye? Wê di vir de çawa cih bigirin?   Em HDP di hemû saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan dikin. Ev plansaziya me ya sê çar meh berê bû. Niha piştî qeyûman pêk tê. HDP ji xwe xwedî rola rêya sêyemîn e. Di vê çarçoveyê de divê em hêzên demokrasiyê, kesên li dijî rewşa Tirkiyeyê bi fikarin, divê bikevin rewşa çalakiyê. Me di vî alî de plansaziyek derxist. Em bawer dikin ku bi van pêkhateyan pêşeroja Tirkiyeyê biguherin. Li Tirkiyeyê dînamîkek girîng ya têkoşînê heye. Pêvajoyên têkoşînê jî hene. Tifaqa Cumhur bêje qey hemû dînamîkan dişewisîne jî, qad nehatin terkirin, wê neyê kirin jî. Me di pratîkê de ev dît. Tevî ku niha zext gelek zêde bin jî li Tirkiyeyê xetek muxalîf heye. Ji bo vê mirovên ku her tim hewl didin hene. Civakek heye. Bi taktîka hilbijartinê ya HDP’ê daniye holê, reşeke bi cesaret û teşwîqkirinê derketiye holê. Ev gelek girînge. Em hêza xwe bikin yek, em ê bi ser kevin. HDP bi biryare di rêya sêyemîn de peywira xwe bidomîne. Em bi xeta alternatîf dikin vê pêşveçûnê biguherin. Em bi vê bawerin.   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi parêzeran re got ku ji bo çareseriyê amade ye lê dewlet pêngavê navêje. Hûn vê çawa dinirxînin?   Hewldana Birêz Ocalan ji 93’an heta niha heye. Xetek wî ya bi îstîkrar heye. Di demên herî dijwar yên şer de aştî anî ziman. Ji 93’an heta niha carekê ev rewş hat ziman. Di encamê de hat pêvajoya navbera salên 2013-2015’an. Em hatin pêvajoyeke ku aştî hatibû bidestxistin. Birêz Ocalan jî gotibû ‘Ger hinek din hewldan bê dayîn di hefteyekê de çek wê derveyê dewrê bê hiştin û kanalên siyasî ya demokratîk bê vekirin. Tenê îrada hewldanê nîşan bidin. Ez ji bo vê amade me.’ Peyama Newroza Amedê ya 2013’an tê zanîn. Hêviyek wisa pêşket û niha di carekê de li Tirkiyeyê her tişt serobino bû. Ji wê rojê şûnde pêvajoyek bi xwîn tê jiyîn. Di serî de Kurdan hemû civakê ev ji kûrahî hîs kir. Me bedelên wê giran da. Me wek HDP, Kurdan û jinan her tim fikarên xwe gotin. Bi destpêkirina tecrîdê pêvajo jî destpê kiribû. Me got tecrîd neyê şikandin pêşiya Tirkiyeyê venabe. Me got wê kanalên demorkasiyê venebin. Her wiha pêvajo jî wisa ji xwe pêk hat. Di encamê de Leyla Guven grev da destpêkirin û li hemû girtîgehan belav bû. 8 kesî jiyana xwe ji dest da. Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hat. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de rol û mîsyon û baweriya xwe ya bi aştiyê carek din bibîr xist û ev gelek watedar bû.   Ji şer wêdetir riyek din hebû. Divê ji bo vê pêvajoyên pêngavek bihata avêtin. Ji bo vê divê em rol bigirin. Divê em di pozîsyona ku şert bên afirandin de bin. Bi zext, înkar û îmhayê Kurd neqedyan, têkoşîna wan neqedya. Ligel vê li her çar alî cîhanê belav bû. Ev têkoşînek mafdar e. Heta çareseriya mayîn de wê têkoşîn bide. Divê dewlet jî êdî gûh bide vê bangê.   *Dema mirov li hewlesta desthilatldariyê dinêrin ji bo çareseriyê tiştekî nake, berovajî vê girantir dike. Di vir de ji bilî dewletê rol dikeve ser milê kê?   Hemû kesên ku dibêjin ‘ez vê rewşê qebûl nakim’ tevlî vê ye. Li Tirkiyeyê hewcedarî bi demorkasiyê heye lê zext tê kirin. Mînak niha qeyûm tayînkirin. Ev rêbaz hatibû cerebandin, lê di hilbijartinê de hat dîtin ku qeyûm nayên xwestin. Mantika vê ya israrkirinê tune. Nikarin bi rêve bibin. Polîtîkayên wan yên li derve û hundir têk çûne. Li her derê krîz heye. Krîza civakî û siyasî tê jiyîn. Aborî têk çûye. Jin di serhildanê de ne. Zarok dixwazin di hawirek bi ewle de mezin bibin. Lê rêveberiya Tirkiyeyê dixwaze bi zextan li ser piyan bimîne. Em em hemû cudahî bên cem hev em ê şert û mercên jiyaneke wekhev li Tirkiyeyê ava bikin.   *Dem bi dem nîqaşên destûra bingehîn tên kirin. Ji 2011’an heta niha hewcedariya destûreke bingehîn a nû her tim hat ziman. Hûn çûn saziyên civaka sivîl. Divê destûreke bingehîn ya çawa hebe. Saziyên civaka sivîl destûreke bingehîn ya çawa dixwazin?   Sedema vê aloziya li Tirkiyeyê eve ku Tirkiye bi destûra bingehîn ya heyî îdare dike. Em êdî hikûmetê vexwendiyê ku destûra bingehîn pêk bîne dikin. Lê em dizanin ku Tirkiye bi qanûnên zîhniyeta 12’ê îlonê tê birêvebirin. Em her tim îtîraz dikin. Hewcedariya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn ya demokratîk heye. Hemû muxalîfên civakê mutabiqên mijarê ne. Her kes vê dibêje. Hemû partiyên siyasî jî dizanin. Rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên jinan. Êdî di xeteke têkoşînê ya ya pêş dikeve de vê tînin ziman. Em bi xebatên xwe yên dimeşînin bi saziyan re hevdîtinan dikin. Bertekên saziyan jî eve ku hewce bi destûreke bingehîn ya nû heye.   *Şert û merc ji bo çêkirina ‘Destûreke Bingehîn’ çawaye gelo?   Xwediyên rejîma dîktator vê naxwazin ji xwe. Em neçarin vê bi her alî civakê bidin bihistin. Ger em bikin wê di rojeva Tirkiyeyê de rûne.Rewşa Tirkiyeyê wisa nikare bimeşe. Rast nameşe. Desthilatdariyeke ku zextê welat bi rêve dibe heye. Bêguman em ji van destûreke bingehîn ya nû naxwazin. Yên îtîraz dikin bi awayekî xurt bên cem hev wê şert û merc ava bibin.   *Hûnê nîqaşên destûra bingehîn di nav gel de vebikin? Gel destûreke bingehîn ya çawa dixwazin?   Me wek HDP’ê nîqaş meşandin. Me sernavên wekê hewcedariyên Tirkiyeyê çine, pirsgirêk çine derxist. Me demek dirêj bi gel re civîn kirin. Konferans kirin. Me hem li herêman hem jî li navendan civîn pêk anîn. Me pêvajoyeke wisa li pey xwe hişt em gihiştin encamê. Em bi hemû dînamîkên civakê re nîqaşan dikin. Partiyên siyasî jî xwedî peywirin ku vê bikin rojeva meclîsê. Bernama HDP’ê xwedî bingeheke piraniyê ye. Bernameya wan ya ku hemû dînamîk ligel hev bijîn heye. Di vê mijarê de jî hîna rê gelek dirêj e. Ji ber vê divê dînamîkên civakê tevlî daxwaza destûra bingehîn a demokratîk bibin.   *Hewcedariya lezgîn a Tirkiyeyê niha ‘Destûra Bingehîne’?   Belê ew e û bi wê re jî rewşa em jê re dibêjin paqijiya rê. Em darazê bigirin dest. Qada herî bi pirsgirêk a Tirkiyeyê ye. Daraza serbixwe nemaye. Dema em destûra bingehîn dixwazin, em bi rewşa paqijiya rê re tên rû hev. TMK gelek bi pirsgirêke. Qada ku komkujiya hiqûqê pêk tîne ye. Di TCK’ê de jî wisa ye. Beşên divê li ber çavan bên derbas kirin hene. Ji ber vê dema em diçin destûra bingehîn divê em biçin paqijiya rê.    *Pakêta darazê ya hikûmetê a nû amade kiriye çi dihewîne?   Em wê nizanin. Hewcedariyên Tirkiyeyê di qanûnan de tên jibîrkirin. Di vî şevan de qanûnan derdixin. Naveroka wan hemû dînamîkên civakê nahewîne. Em di destûra bingehîn de jî di pakêta darazê de jî daxwaz dikin ku hemû qanûnên ku kanalên demokrasiyê dixitimînin, li ber çavan bên derbas kirin.   *Bi saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan dikin, nêzîkatiya wan çawa ye?   Em dibînin ku bendewariyek ji HDP’ê heye. Pêngavên HDP’ê bi rastî jî bi rêzdariyek mezin tên pêşwazîkirin. Di hemû hevdîtinên me kirin de hat dîtin ku ji bo demokrasî, serxwebûna darazê û edeletê mutabikbûnek heye.   *Tiştekî ku hûn lê zêde bikin heye?   Di vê pêvajoyê de em jin di bin rîsekek mezin de ne. Bandora pêvajoyê herî zêde li ser jinan dibe. Êdî bi aşkera jin tên qetilkirin. Wek gel û baweriyan jî wisa ye. Divê em hêza xwe bikin yek. Em hinek din xwe bidin hev em ê bigihêjin demokrasiyê. Em dikarin berê Tirkiyeyê bidin demokrasiyê. Divê em tu car serî netewînin, tawîz nedin û têkoşîna xwe mezin bikin.