ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2019'AN 2019-09-03 09:00:00   *Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistan Ronak Mecîd der barê rewşa siyasî û êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Ronakê got: "Dewleta tirk dixwaze bi dagirkirina xaka  Başûrê Kurdistanê statuya kurdan û hebûna wan tune bike û kiryarên faşîzmê li ser wan bide ferzkirin." BI DÎMEN   *Çand hebûna mirovan e, xwendevanên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido derbarê perwerdeyê de gotin: "Em fêrî çanda xwe dibin. Bi civaka re xwe jî didin nasîn." BI DÎMEN   *Li Mêrdînê ku yek ji cihên ku qeyûm tayînê şaredariya bajarê mezin bû, jina bi navê Remziye Abîkan ji bo xwedî li îradeya xwe derkeve bi kurê xwe Muhammed yê 6 salî re li qadan e. Remziyeyê bang li hemû aliyan kir û got: “Em xwedî li îradeya xwe derkevin. Em pêşerojeke baştir bidin zarokên xwe.” BI DÎMEN   *Serokwekîla Koma HDP’ê û parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtulan da zanîn ku hewcedariya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk heye û bi pakêta darazê ya nû re paqjiya rê û ji bo pêkanîna vê hewce bi tifaqa demorkasiyê heye û got: “Damarên xitimandî yên Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn dikare vebe.” BI DÎMEN