'Ji bo têkoşîneke hevpar em li vir in' 2019-09-02 17:05:39   AMED - Seroka Giştî ya Partiya  Kedê Selma Gurkan di çalakiya rûniştinê ya Amedê  da zanîn ku ji bo têkoşîneke hevpar li vir in û got:"Em tayînkirina qeyûman şermezar dikin."   Di 19'ê tebaxê de, qeyûm tayinî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wan, Mêrdîn û Amedê hatin kirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîse ya Amedê dest pê kir, di roja 15’emîn de dewam kir. Parlementerên HDP’ê, Serokê Giştî yê Partiya Komînist a Kurdistanê Sînan Çîftyurek, Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan, Alîkarê Hevserokê Giştî Yûsûf Turkmen, Serokên Partiya Kedê yên Dersim û Xerpêtê û endamên Desteya Rêveber a Navenda beşdarî daxuyaniya îro bûn.     Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Zeyyat Ceylan axivî û wiha  got: “Hişmendiya qeyûm, hişmendiya  înkarê ye û ev hişmedî gel mehkûmê faşîzmê dike. Her roj li dijî qeyûm têkoşîn berdewam dike. Emê bi têkoşîna gel qeyûman rawestînin.”   Li ser navê Koma Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku ger li cihekê behsa hilbijartinê bê kirin, divê li wê derê demokrasî jî hebe. Zubeyde wiha bilêv kir: “Li vê derê behsa hilbijartin û demokrasiyê dikin. Lê dema mijar dibin Kurd, dengê wan tune tê hesibandin. Dixwazin bi zext û êrîşan mezin bikin, lê bila vê yekê  baş zanibin, tu desthilatdar bi zextan mezin nabe. Bila hemû kes jî baş zanibin ku çi dibe bila bibe em ê qezenc bikin.”   Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan, bi armanca piştgiriyê çalakiya rûniştinê ziyaret kir û di serdana xwe de ev tişt gotin: “Em qeyûman şermezar dikin. Bi armanca piştgiriyê em hatin vê derê. Em ê bi hev re vîna têkoşîna hev par bi rêve bibin."