Jinên îtalî li kampê mijara jineolojiyê nîqaş kirin 2019-09-02 14:40:34   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Îtalyayê bi temaya 'Zanista jinê' kampek hat avakirin. 45 jin jin tevlî kampê bûn li ser jineolojiyê rawestiyan.    Di navbera 29’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de kampa çanda dayikan li herêma Toskana ya Îtalyayê hat avakirin. Kampa îsal bi temaya ‘Zanista jinê’ pêk hat. Kamp ev 4 sal in pêk tê. Komîteya Jineolojî ya li Ewropayê bi mijara sereke û bi taybet hat vexwendin. Di kampê de tevî 45 jinan li ser Jineolojiyê nîqaş hate kirin.   Endama Komîteya Jineolojî ya li Ewropayê Necîbe Qeredaxî di destpêkê de li ser rêbaza Jineolojiyê mijara xwe pêşkêş kir. Necîbe qala rêbazên feraseta desthilatdarî, dewlet û sermayedariyê û qala hewldana şikandina çanda dayikan kir. Li ser pirsên beşdaran qala rêbaza perwerdehiya civakî kir û qala guherandin û veguherandina kesayetiyê kir. Di vê pêşkêşiyê de bi mînakan qala Tevgera Azadiyê ya Kurd hat kirin.   Jinên Îtalî di nîqaşan de rexnedayîna xwe diyar kirin û bal kişandin ser vî tiştî ku wan nekarîna parçebûna di nav xwe de rakin. Di kampê de jineke bi navê Katî jî got ku “Jineolojî encama şoreşê jinê ye û ji bo me jî tovê azadî, têkoşîn û xwenûkirinê ye.” Di bidawiya kampê de jinên Îtalî bang kirin ku divê ew piştgiriyê bidin têkoşîna Gelê Kurd.