Jinên li Amedê: An serkeftin yan serkeftin 2019-09-02 12:55:07   AMED - Jinên ku tevlî mîtînga 1'ê Îlonê ya bi dirûşma "Ji bo aştiyeke birûmet, çareseriya demokratîk" bûn daxwazên xwe yên aştiyê û bertekên xwe yên li hemberî tayînkirina qeyûman bi yek dengî anîn ziman û gotin: "Em her tim di aştiyeke bi rûmet de bi israrin. Em dibêjin an serkeftin yan serkeftin.”   Li Amedê bi dirûşma "Ji bo aştiyeke birûmet, çareseriya demokratîk" duh 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi mîtîngek hat pêşwazîkirin. Welatiyên ku tevlî mîtîngê bûn bi dirûşmeyên xwe daxwazên xwe yê aştiyeke bi rûmet anîn ziman. Her wiha di qada mîtîngê de herî zêde bertek li hemberî tayînkirina qeyûman hat nîşandan. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn daxwaz û nêrînên xwe ji ajansa me re par vekirin.    'Em ê xwedî li vîna xwe derkevin'   Derya Aslan, di axaftina xwe te tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Wan, Amed û Mêrdinê şermezar kir û wiha got: "Divê kurdek li hemberî tayînkirina qeyûman bêdeng nemîne. Divê em li dijî qeyûman di nava têkoşînê de bin. Divê me xwedî li vîna xwe derkevin. Ji bo kurdan aştî tenê bi berxwedane pêkane."   ‘Kes nikare me ji kolanan derxe'    Halîse Ablay, di qada mîtîngê de wekî jinên din cih xwe girt û daxwaza xwe ya aştiyê wiha anî ziman: "Bi qasî kurdan, pêwîstiya tirk, ereb û lazan jî demokrasî û aştî hewceye. Her wiha ji bo min tayînkirina qeyûman tê wateya êrîşa li hemberî destkeftiyên kurdan. Êrîşê li Başûr û li Rojavayê dikin. Tehemmûlî kurdan nakin. Lê em li hemberî van tiştan bêdeng nabin. An em ê bi ser kevin û an jî bin kevin. Ji ber wê yekê kes nikare me ji kolanan derxe.”   ‘Li dijî êrîşan em ê li ber xwe bidin'    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Gulîstan Erek, destnîşan kir ku di daxwaza xwe ya aştiyeke bi rûmet te wekî her car îro jî bi israr in û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Îktîdar dev ji zimanê xwe yê şer bernedaye. Lê em jî di daxwaza xwe ya aştiyê de wekî her car bi israr in. Herî zêde pêwîstiya dayikan bi aştiyê heye. Gelo dê çiqaz mirov bên kuştin? Dê çiqaz mirov werin dîl girtin?  Em tucarî bêdeng namînin. Em dayik dê di rêza pêş ya berxwedanê de cih xwe bigirin."   ‘Li hemberî îktîdarê têkoşîneke hevpar'    Perîxan Karayil wekî jinên li qadê banga aştiyê kir û wiha axivî: "Em herkese vedixwînin têkoşîna li hemberê îktidarê. Qeyûma ku îro tayînê Amedê kirin dê sibêhê tayînê Stenbol, Îzmîr û Enqereyê jî. Li ku derê destkeftiyek hebe êrişî wî cihî dikin. Li ku derê yekbûnek hebe êrîşê wê cihî dikin. Ji xwînê têr nabin. Divê qet ji bîr nekin wê qêrîna dayikan we ker bike.”