ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2019'AN 2019-09-02 09:00:00   * Endama Komîteya Jinên Rojava Biparêzin, Lêgerîn Stêrk diyar kir ku parastina nirxên Şoreşa Rojava parastina jinê ye û got: "Hemleya Jinên Rojava biparêzin, bi armanca xwegihaştin û bangewaziya yekîtiya hemû jinan e. Em dixwazin hemû jin di bin sîwana yekîtiyê de bên parastin û di heman demê de welatê xwe biparêzin." DÎMEN HEYE   *Bi hatina demsalên payîz û zivistanê re, jinên gundan bi lez û bez dest bi amadekariyên zivistanê yên xwarin û tamîrata malên ji axê, kirin. Jinên gundan ên amadekariyên zivistanê dikin dibêjin: "Bedewbûna xwarin û malan, berhema destên jinên afrîner in. "DÎMEN HEYE   *Gundiyên li dijî JES’ên ku tê xwestin li taxa Hacibektaşli ya Salîhlî bê avakirin, berxwe didin, diyar kirin ku îmtiyazên dane şîrketa SANKO ji tenduristiya gel girîngitir tê dîtin û banga piştgiriya parêzvanên mafê jiyanê kirin. DÎMEN HEYE   *Li dijî tayînkirina qeyûman gelê Mêrdînê ev 15 roje bê navber di çalakiyan de ye û tevî her cureyê zextan kolanan terk nakin.  DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Idîrê Eylem Çelîk da zanîn ku tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê li dijî destûra bingehîn e û wiha got: “Li dijî tunehesibandina hilbijartin, mafê welatîbûnê divê hemû kes mafê xwe biparêze.” DÎMEN HEYE   *Prof.Dr. Nîlgün Toker der barê peymana Stenbolê û qanûnên heyî de nirxandin kir. Nîlgunê diyar kir ku ne pêkanîna qanûnan tundiya heyî zêdetir dike. DÎMEN HEYE