Li Amedê 1'ê Îlonê: 'Em ê bi hev re bi ser kevin û bi hev re biparêzin' 2019-09-01 19:18:18   AMED -  1'ê Îlonê li Amedê bi tevlîbûna bi hezaran kesî pêk hat û welatî bi dirûşman daxwaza xwe ya aştiya bi rûmet bi yek dengî anîn ziman. Di mîtîngê de tayînkirina qeyûman hat şermezar kirin û hat diyarkirin ku têkoşîneke hewpar hewce ye.    Mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Ked û Demokrasiyê ve hatî organîzekirin bi dirûşma “Ji bo aştiyek bi rûmet, çareseriya demokratîk” li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk hat. Welatiyên ku beşdarî mîtînga 1’ê Îlonê bûn daxwazên xwe yên aştiyê bi dirûşman anîn ziman û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.   'Ji qeyûman re na'   Li qadê pankartên, “Em bêdeng nabin, em natirsin, îtaet nakin û di berxwedanê de, “Jiyan jiyane, jiyanê nekuje”, “Em ê bi hevre qezenc bikin, em ê bi hev re biparêzin”, “Li dijî şer û faşîzmê em aştî û demokrasiyê dixwazin” hatin daliqandin. Di dest pêka mîtîngê heta dawiya mîtîngê dirûşmên wekî "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", Li dijî faşîzmê mil bide milê hev", "Ji bo aştiyeke bi rûmet rabe ser piyan", "Em bêdeng nabin, natirsin û îteat nakin", “Li dijî qeyûman vîna gel”, “Li dijî şer aştî”, "Li dijî qeyûm mil bide milê hev”, “Gelê Amedê ne bi tenê ye”, “Ji qeyûm re na” û “Maf, hiqûq û edalet” hat berzkirin.    Gelek sazî û rêxistin tevlî mîtîngê bûn   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveberên HDP'ê, Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Sedat Şenoglû, Hevserokê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Bedran Ozturk, Alîkara Hevserokên Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiyên Kurdistanî û rêxistinên sivîl tevlî mîtîngê bûn.    'Hevserokatî xeta me ya mor e'   Platforma Jinên Amed Dîcle (DAKAP), Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Jinên Ciwan, Hevşaredarên HDP’î, Meclîsa Dayikên Aştiyê û Dayikên Laçikspî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) pankarta “Ji bo aştiya birûmet, tu jî rabe ser piyan” tevlî mîtîngê bûn. Jinan di mîtîgê de dirûşmên wekî “Jin jiyana azadî” û “Hevserokatî xeta me ya more” berz kirin. Her wiha jinên ku kincên herêmê li xwe kiribûn û flamayên spî girê dabûn reng dan qada mîtîngê.    'Têkoşîneke hevpar hewce ye'   Rêveber û endamên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê bi pankarta “Em ê cîhana yekgirtî bi ked û têkoşînê avabikin” bi komî ketin qada mîtîngê û li hemberî tayînkirina qeyûman bertekên xwe bi dirûşmeya “Qeyûm wê biçin, gelê wê were” anîn ziman.    '40 sal in şer berdewam dike'   Mîtîngê bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar Saît Demîr axivî û wiha got: “Em hêvî dikin ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibe wesîleya aştî, azad û hizûrê. Ev 40 sal in şer berdewam dike. Di vî şerê de mirovan jiyana xwe ji dest dan û koçber bûn. Lê tu encam ji vî şerî nehat girtin. Divê êdî aştiyek mayîn de bê avakirin.”    'Berxwedana gel silav dikin'   Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan gel silav kirin. Dûre Alîkara Hevserokên Giştî yê ESP’ê Beycan Taşkirina xîtabî gel kir û wiha got: “Kesên behsa têkbirina Gelê Kurd dikirin, em îro têkçûyîna wan temaşe dikin. Ji ber vê em berxwedana we silav dikin. Em di 1’ê Îlonê de hemû şehîdên di oxira azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayîn, bi rêzdarî silav dikin. Em ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Sebahat Tuncel nedin ji bîr kirin. Îro roj roja îdealên me yên azadî, aştî û wekheviyê ye. Ev roj pîroz be.”    'Em di aştiyê de bi israr in'   Dogan Hatun jî di mîtîngê de bal kişand ser hewcedariya aştiyê û wiha axivî: "Ji bo aştî bê me li 29 bajaran deklarasyona aştiyê weşand. Em dixwazin şer bi dawî bibe û gel di nav aramiyê de bijîn. Lê di faşîzmê de xwe israr kirin. Lê em di aştiyê de bi israr in. Em tayînkirina qeyûman nas nakin."   'Em şer naxwazin'   Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît axivî û diyar kir ku êdî dixwazin şer bi dawî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em naxwazin xwîn birêje. Em bi salanê ji bo aştiyê têdikoşin, lê hikûmeta AKP'ê dengê me nabhîse û heta îro ji bo aştiyê gavek neavetiye. Lê çi dibe bila bibe em ê di aştiyê de wekî her car bi israrbin. Em wekî Dayikên Aştiyê carek din banga aştiyê dikin. Her wiha em qeyûmên ku hatine tayînkirin tu carî qebûl nakin. Em ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe bidomînin."   'Em soz didin em ê bi ser kevin'   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bi çepikan û bi tilîliyan derket ser dikê. Selçûk, di mîtîngê de diyar kir ku dê teqez bi ser kevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "HDP, hêza xwe ji gel digire. Em bi ser ketin û em ê bi ser kevin jî. Li ser vê erdnegariyê gundê me hatin şewidandin, mirovên me hatin qetilkirin. Şer tenê ji bo me mirin û eş e. Niha jî rewş heman tişte û şer heye û eş didomin." Selçûk, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên hilbijartinê û tayînkirina qeyûman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em soz didin em ê bi ser kevin."   'Ji bo aştiyek bi rûmet em ê têbikoşin'   Sezaî Temellî di mîtîngê de da zanîn ku polîs li pişt bariyeran de xwe vedişere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em tu carî paş ve gav navêjin. Ji bo aştiyeke bi rûmet em ê têbikoşin. Bi saya têkoşêran hatin van rojan. Heta aştî bê li Rojhilata Navîn em ê têkoşîna xwe bidomînin. Kesên ku biryara qeyûma didin hevparên sûcên û dê hesabê bidin. Her roj polîtîkayên şer û dijminatiyê li pêş dixin. Lê em dibêjîn heta dawiyê destê me dê qirqa wê de be. Em tu carî tayînkirina qeyûman qebûl nakin û em ê qeyûman li vir bişînin."   Piştî axaftinan hunermend Mem Ararat derket ser dike. Mîtîng piştî stran û gerandina govendê bi dawî bû.