Asayîşa PDK’ê êrîşî Dayikên Aştiyê kir 2019-09-01 18:12:08   MEXMÛR - Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Îro jî Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên asayîşa Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya xala kontrolê ya ku serbi asayîşa PDK’ê ye hatin.   Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Îro jî Dayikên Aştiyê dema xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên asayîşa Hewlêrê bikin, li xala kontrolê ya ser bi asayîşa PDK’ê ku 10 km durî wargehê ye hatin.   Dayikên Aştiyê xwestin serdana rayedarên asayîşa Hewlêrê bikin. Lê dayik hatin astengkirin. Dayikan xwestin daxwazên xwe pêşkêşê berpirsên asayîşê bikin, lê daxwazên dayikan nehatin qebûlkirin. Piştre dayikan xwestin bi berpirsê xala kontrolê re hevdîtinek bikin, lê ji vê yekê re jî astengî hate derxistin û pêşmergeyan êrîşê dayikan kirin. Li gel êrîşa pêşmergeyên PDK’ê heqaret li dayikan hat kirin. Piştre dayikan li ber deriyê asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya runiştinê kirin.