Li Enqeryê jin bi laçikên xwe yên spî meşiyan 2019-09-01 17:34:37   ENQERE - Li Enqeryê jin berya Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di pêşengiya Platforma jinan de bi laçikên xwe yên spî meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmên "Bijî aştî" berz kriin. Pankartên Hêzên Ked û Demokrasiyê û pankartên HDP'ê yên rêxitina bajêr ên derbarê qeyûm de ne girtin qada mîtîngê.    Mîtîna 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhan li Qada Tandoganê di pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê de bi tevlibûna hezaran hat destpêkirin. Mîtînga ku bi dirûşmên "Li derve û li hundir ji şer re na" hat destpêkirin li gel parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek partiyên din ên siyasî û saziyên civaka sivîl tevli bûn.    Pankartên Hêzên Ked û Demokrasiyê û pankartên HDP'ê yên rêxitina bajêr ên derbarê qeyûm de ne girtin qada mîtîngê.    Di pêşiya kortejê de Platforma Jinan a Enqeryê bi pankarta "Em jiyanê wekheviyê azadiyê kedê xwezayê gelê xwe bajarên xwe diparêzin" cih girt. Jinên endamên platformê laçikên spî ku sembola aştiyêne dan serê xwe û bi dirûşmên "Amed, Wan, Mêrdîn bajarên me ne" û "Bijî aştî meşiyan.