Canan Kaftancioglu: Tişta girîng têkoşîna me ye 2019-09-01 16:04:03   STENBOL - Seroka CHP'ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu ku bertek nîşanî qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê da wiha got: "Pirgirêk ne ku îktîdar çi bike, têkoşîna me ya li dijî neheqê ye."   Seroka Partiya Komarê ya Gel  (CHP) ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu ku di mîtînga Roja Aştiyê ya Cîhanê ku ji aliyê Hêzên Demokrasiyê ve li Kartala Stenbolê hat lidarxisitn derbarê qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê hat kirin de ji ajansa me re axivî.        Canan dyar kir ku îktîdar li Tirkiyeyê hiqûqê li gorî xwe bi kar tîne û wiha got: "Em dibînin ku di vê serdemê de îktîdar hiqûqê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne, serdestiya hiqûqê têk çûye û hiqûq serdestan li Tirkiyeyê di dewrê de ye. Çawa ku li stenbolê hilbijartina di 31'ê Adarê de hat kirin îptal kirin û bi vê pêkanînê hiqûq tune hesibandin îro bi heman rengî bi qeyûmên ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedcê, Wan û Mêrdînê kirin re heman tişt hat kirin û hiqûq tune hat hesibandin."   'Serkeftin ya gelên Tirkiyeyê ye'   Canan bal kişand ser axafitna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a rojên borî ya bi mijara qeyûmên nû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li cihê ku hiquq tune be û hiqûq gotina di nav lêvnê kesekî de be dikare her tişt bê kirin. Lê pirsgirêk ne ku wê ew ê çi bikin. Pirgirêk ew e ku em ê çawa têkoşînê bidin. Tişta girîng têkoşîna li dijî van neheqiyan e. Ev dibe ku li Amed be, li Wanê be û dibe ku li Stenbolê be.  Ger ku em bikaribin vê têloşînê di bin sîwana edaletê de bimeşînin  nikarin tu tiştî bikin.  Hûn ê bibînin wê demokrasî bi ser keve û gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin."