Hemleya Weqfa Jina Azad a zayîna xwezayî bi dawî bû 2019-09-01 14:55:39   QAMIŞLO -  Weqfa Jina Azad a Rojava hemleya bi dirûşma "Ji bo jinan zayîna bi tendurist a xwezayî ye" dabû despêkirin îro bi semîner û sinevîzyonekê bi dawî bû.    Weqfa Jina Azad ya Rojava pêwistî bi hemleyeke hişyariya jinan a di derbarê zayîna xwezayî de dît. Loma jî di 20’ê Tîrmehê de Weqfa Jina Azad ya Rojava bi alîkariya Heyva Sor a Kurd li herdu Kantonan a Qamişlo û Kobanê dest bi hemleya xwe ya  hişyarkirina jinan ji zayîna Qeyserî (sezeryan)  bi dirûşmeya "Ji bo jinan zayîna bi tendirust a xwezayî ye" dest pê kiribû. Îro li Weqfa Jina Azad ya Rojava ya Qamişlo hemle bi dawî bû. Bi dehan endamên Weqfa Jina Azad ya Rojava û Heyva Sor di semînerê de amade bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê semîner dest pê kir. Semîner ji aliyê hemşîreya jinan Şehnaz Mûsilî ve hate dayîn. Şehnazê di nava nirxandina xwe de bal kişand ser çawaniya naskirina jin ku ducanîbûna wê û wiha domand: "Dema jin ducanî dibin serdana wan a bijîşkan di her sê mehên destpêkê dest pê dike. Pêwist e jin dema ducanî dibe ji dermanan bê lêpirsîna bijîşkan negire. Pêwist e di vê demê de kalsuyim û bikaranîna hereketên werzîşê yên taybet bikin."   Şehnazê bal kişand li ser rewşên cuda yên ku jin neçar dimîne zaroka xwe bi zayîna qeyserî bîne dinê û wiha pêde çû: "Hin rewş hene ku jin hewcedariya zayîna qeyserî (sezeryan) dibin. Dema ku zarok di zikê dayika xwe de rûniştî be, cêwiyan hijmara wan 3 yan jî 4 bin û malzarok teng be neçar dimîne ku zayîna qeyserî zarokê xwe bîne cîhanê."    Endama Weqfa Jin Azad ya beşa Tendirustiyê Şîlan Bilo nirxandinên xwe di derbarê sûdgirtina jinan ji hemleya ku dest pê kiriye kir û wiha dom kir: "Ev bû mehek hemleya me dest pê kiribû. Me gelek ked û demê xwe divê hemleyê de derbas kir û sûd jî wergirt. Hemle li Kantona Qamişlo bi riya semîner, biroşûr û sînevîzyonê hat destpêkirin û îro jî bi dawî bû. Jinan gelek sûdên mezin ji vê hemleyê girtin. Hêviyên me ji jinên ducanî hene ku ji bo tendûristiya zarokên xwe di aliyê tendûristiyê de baldar nêz bibin da ku zarok bi zayina xwezayî were cîhanê." Herî dawî li ser zayina xwezayî sînevîyonek hat pêşkêşkirin û hemle dawî bû.