Li Wanê mitînga 1'ê îlonê destpê kir 2019-09-01 14:54:55   WAN - Mitînga 1'ê îlonê ya Roja Aşitiyê ya Cîhanê  bi tililî û govenda jinan dest pê kir.    Li Wanê bi minesebeta 1'ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Li dijî zilmê, li dijî darbeyan dengê aşitiyê bilind bike” dê bi tevlîbûna parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Serokê KESK'ê yê giştî Mehmet Bozgeyîk û parlementerên HDP'ê yên herêmê li perqa Musa Enter mitîng tê lidarxistin. Bi hezaran kes ji bo ku tevlî mitîngê bibe diherike qada mitîngê. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avm'ê dest bi meşê kirin û heta qadê bi pankartên "Jin jiyan azadî",  "Hûn nikarin vîna jinan tune bihesibînin” û "Kincên spî û laçikên spî bibihesibînin" ketin qadê.    Mitîng bi govend û tililiyên jinan dest pê kir.