Di bin navê kursa Kuranê de êrîşa zayendî li zarokan hatiye kirin 2019-09-01 10:03:54   STENBOL - Li kursa Kuranê ya li Umraniyeyê ya bi navê Fikh - Der a bê ruhst hatiye xebitandin, ji ber ku berpirsiyarê kursê Omer Işiktekîn, 'perwerdekar' Serkan Bektaş û Tarkir bektaş li dijî gelek zarokên ku şevînî li kursê mane êrîşa zayendî pêk anîne hatin girtin.     Li kursa Kuranê ya li Umraniyeya Stenbolê ya bi navê Fikh - Der a bê ruhst hatiye xebitandin, ji ber ku berpirsiyarê kursê Omer Işiktekîn, 'perwerdekar' Serkan Bektaş û Tarkir bektaş li dijî gelek zarokên ku şevînî li kursê mane êrîşa zayendî pêk anîne hatin girtin.     Li ser giliyê zarokên ku bi êrîşê re rûbirû man ê li Serdozgerya Komarê ya Anadoluyê lêpirsîn hat destpêkirin. Li ser lêpirsîna ku hat destpêkirin 3 bersûc hatin girtin. Hat diyarkirin ku ji gûmanbaran Tarik Bektaş Tarik Bektaş di heman demê de li dibistaneke orte mamostetiya bi heqrojê jî kiriye.   Li gel giliyê 6 xwendekaran hat diyarkirin ku ji 20 zêdetir zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane.