Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2019-09-01 09:08:27   STENBOL - Zeynep Yavuz a ku li Sultanbeyliyê dijiya, ji aliyê Omer Yavuz ê ku pêre li ber berdanê bû ve hat qetilkirin.    Zeynep Yavuz (35) a ku li Sultanbeyliya Stenbolê dijiya, ji aliyê Omer Yavuz ê ku pêre li ber berdanê bû ve hat qetilkirin. Omer Yavuz ê ku Zeynebê giran  birîdnar kir, piştî derdorê agahî da tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û gotin ku Zeynebê jiyana xwe ji dest daye.     Bersûc Omer Yavuz ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Cenzeyê Zeynebê jî ji bo otopsiyê rakirin morga tipa edlî. Hat ragihandin ku Zeynebê dayika 4 zarokan e û berî bi 4 rojan zarokên we şandine cem malbata xwe ya li Îzmîtê.