Çalakiya Xizmên Windayan di roja 551'emîn de ye 2019-08-31 17:07:35   AMED - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'a Amedê di roja 551'emîn a çalakiya xwe de li aqubeta kesên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn. Di çalakiyê de çîroka Ahmet Şahin ê ku di sala 1993'an de di bin çavan de hat windakirin hat ravekirin.    Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'a Amedê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" çalakiya ket roja 551'emîn li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Hevserokên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed û Mêrdînê Selçuk Mizrakli û Ahmedt Turk û parlamenterên HDP'ê, Rêvebirên ÎHD'ê beşdarî çalakiyê bûn.    'Em ê hemû lîstikên qirêj bi dawî bikin'   Ahmet Turk di çalakiyê de axivî û got:"Em ê her li dijî kesên dixwazin gelê Kurd tune bikin di nava çalakiyan de bin. Ji bo siberojek demokratîk ew ê têkoşîna me bidome. Em ê teqez serî netewînin."   'Divê demildest dawî li vê bêneheqiyê bê'   Piştre Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytun axivî û got ji bo dewlet ji bo binpêkirina mafan ji dayikan lêborînê bixwaze em li vir in û got divê demildest dawî li vê bêneheqiyê bê.   Endamê Komisyona Windayan a ÎHD'ê Adanan Orhan çîroka Ahmet Şahîn ê ku di 18'ê Adara 1993'an de li Hezroya Amedê hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin, xwend.    Piştî axaftinan çalakî bi rûniştina 5 dkyan bi dawî bû.