Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 13'emîn de ye 2019-08-31 15:31:13   WAN - Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 13'emîn de berdewam dike. Di çalakiyê de dirûşma "Wan a me ye" hat berzkirin.    Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Wanê di roja 13'emîn de dewam kir. Di çalakiya li ber avahiya Rêxistina Navçeya Artemêtanê ya Wanê hat lidarxistin de, wekîlên HDP'ê, hevşaredar, hevserokên rêxistinên bajêr û navçeyan, Dayiken Aştiyê amade bûn.    Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, ''AKP demên dawî yên desthilatdariya xwe ya 18 salan dijî. Êdî dest bi tinehesibandina vîna gel, dest bi desteserkirina vîna gel kiriye. Destserkariya dema Rewşa Awarte dubare kiriye. Lê em bi vê jî dizanin; AKP her roja ku diçe dihele.''   Piştî daxuyaniyê çalakger dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên ,''Em bêdeng namînin, natirsin, serê xwe natewînin'', ''Wan a me ye, Amed ya me ye, Mêrdîn a me ye'' gel helwesta xwe nîşan da.   Piştî çalakiya rûniştinê kom ji bo mîtînga sibe ya 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê wê belavokan belev bike.