Dayikên Aştiyê: Werin em destên xwe ji bo aştiyê dirêj bikin 2019-08-31 13:42:19   WAN - Dayikên Aştiyê hemû kes vexwend ji bo mîtinga 1'ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Wanê û wiha gotin:"Ez bang li dayikên leşker, polîs û gerilayan dikim. Werin em destên xwe bi hev re ji bo aştiyê dirêj bikin."   Bi munasebeta 1'ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li Wanê mîting bê lidarxistin. Dê mîtinga 1'ê îlonê sibehê li Parka Musa Anter pêk were. Endamên Meclîsa Dayikan Aştiyê yên li Wanê bal kişandin ser girîngiya 1'ê Îlonê û hemû kes vexwendin mîtingê.    'Em ê di şopa zarokên xwe de bimeşin'   Dayika Aştiyê Zekiya Kaya wiha got:"Berê dema li gundekî pevçûn çê biba dema dayikekê laçika serê xwe biavêta meydanê ew şer radiwestiya. Aştî gelek bi qîmet bû. Ev 20 sal in ji bo aştiyê ez li berxwe didim. Me soz dan zarokên xwe yên di oxira aştiyê de jiyana xwe ji dest dan. Em ê di şopa zarokên xwe de bimeşin. Bi girtin û bi mirinê pirsgirêk çareser nabin. Ez bang li dayikên leşker, polîs û gerilayan dikim. Werin em destên xwe bi hev re ji bo aştiyê dirêj bikin. Em edalet û wekheviyê dixwazin."   'Gundê me şewitandin lê me got aştî'   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Kewe Işik diyar kir ku ev 19 sal in ew jî ji bo aştiyê têdikoşe û wiha got:"Di vî şerî de gundê me şewitandin lê dîsa jî me got aştî. Lawekî min jiyana xwe ji dest da dîsa me got aştî. Keça min muebet xwar dîsa me got aştî. Hemû tiştên ku bê serê kesekî min dît. Tiştên ku ez jiyama ne pênûs ne jî lênûsk têrê dike. Daxwaza me aştî ye. Em dixwazin hemû kes beşdarî mîtinga ji bo 1'ê Îlonê bibin."