‘Ji bo aştiyek bi rûmet divê em bi hev re tev bigerin’ 2019-08-31 09:11:40   ÎZMÎR - Gulsum Agaoglu ya HDP’î diyar kir ku Tirkiye di avakirina aştiyê de xwedî karneyeke xerab e û got AKP-MHP li dijî aştiyeke bi rûmet a ku gelên Kurd û Tirk dikarin ligel hev bijîne û her wiha got bi şer  1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dikin.   1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz dibe û Endama Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu, karneya Tirkiyeyê ya di alî mafê mirovan qels e û têkoşîna aştiyê vegot.   Gulsumê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê her tim êrîşî destkeftiyên Kurdan kirine û bal kişand ser tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê. Gulsumê her wiha bi lêv kir ku AKP-MHP’ê li hundir û derve hêz winda kiriye û ji bo vê veşêre jî serî li vê rê dide, qeyûm weke ku tenê aydê herêmê ye nîşan didin.   ‘Eleqeya qeyûm bi şerê Sûriyeyê heye’   Gulsumê ev tişt anî ziman: “Me her roj got ku qeyûm pirsgirêka demokratîbûnê ye û me bang kir ku her bên gel hev. Eleqeya qeyûman bi şerê Sûriyeyê re gelek mezin e. Dema qeyûm hatin tayînkirin operasyona Pençe hat destpêkirin. Ji bo Sûriyeyê hevdîtinên bi DYA’yê re dîtin ku pêş neketine. Armanca wan ev bû ku penaberên Sûriyeyê li herêma bi navê ‘korîdora aştiyê’ bi cih bikin û kemera selefî ava bikin, Rojava bê Kurd bikin.”   ‘Penaber dibin mijara bazarê’   Gulsumê balkişand ser mijara penaberan û got karneya Tirkiyeyê di vê mijarê de gelek xerab e û got penaber dibin mijara bazarê û got penaberên li Tirkiyeyê ji bo dersînorkirinê li navendên şandinê tên payîn di şertên giran de tên girtin.   Gulsumê destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên dawî de ewil bal kişandiye ser destûra bingehîn û banga aştiyek bi rûmet kiriye û got: “Ev bi pêkhatina şert û mercên ligel hev jiyîna Kurd û Tirkan pêkan e. Wek operasyonên dersînor, tayînkirina qeyûman jî li dijî destkeftiyên gelê Kurd e. Qeyûman pergala hevserokatiyê hedef girtiye. Em di pêvajoyeke wisa de Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dikin. Pêkanînên şer û polîtîkayê ewlekariyê di dewrê de ne. Daxuyaniyên Bahçelî û Perînçek yên weke girtina HDP’ê hene. Ji ber HDP îfadeya aştiyê ye. Îfada jiyanê ye.”   Gulsumê bi lêv kir ku lêçûnên nelêrtiyê yên di dema qeyûmên berê de derketine holê jî îhtîmalek girîng e ku ji şer an jî DAIŞ’ê re hatiye veqetandin û got: “ Pereyên divê ji bo perwerde û tenduristiyê bên xerckirin, ji S-400 re tên xerckirin. Divê em ji bo aştiyeke bi rûmet tev bigerin.”