Jinên Suryan û Êzidî: Bingeha serkeftina me wekheviya gelan e 2019-08-31 09:03:52   Şêrîn Zêrevan-Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên Êzidî û Sûryan derbarê gefên dewleta tirk nerînên xwe anîn ziman û gotin: "Ax axa me ye, em tu carî dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin."   Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina destkeftiyên xwe yên bi dest dixin û pergala Netewa Demokratîk a çareseriya hevgirtin û wekheviyê ye li berxwe didin. Dewleta tik jî ku niha aloziyek hundurîn û aborî dijî, bi hemû hêza xwe êrîşî van destkeftiyan dike. Derbarê mijarê de jinên Êzidî û Sûryan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerînên xwe anîn ziman.    'Em ê bi rihê yekîtiyê li dijî dagirkeriyê bisekinin'   Hevseroka navçeya Tirbespiyê ya bi eslê xwe Sûryan e Suad Melkê Melko bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelan û wiha got:"Em dewleta tirk  ji dîrokê de nas dikin. Ew dijminê gelan e. Bi hezaran jin, dayik û xwişkên me di komkujiyan re derbas kir. Bi êrîş û gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dixwaze carek din komkujiyên li ser gelê kurd dubare bike. Lê gelên vê herêmê bûne yekrih û yekdest. Ew ê tu carî nikaribin pilanên xwe yên qirêj pêk bînin. Em ê bi rihê yekîtiyê li dijî dagirkeriyê bisekinin. "   'DAIŞ bi hevkariya Tirkiyeyê êrîş û komkujî pêk anî'   Her wiha jina Kurd a Êzidî Hediya Şemo jî komkujiya Şengalê bi bîr anîn û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê bi hevkariya dewleta tirk komkujiya xwe pêk anî. Cîhanê bi giştî li ber fermana 73'an a li ser Êzidiyna bê deng man. Ji ber bawerî û hêza me xurt e fermanan nikarîbûn çand û hebûna me tune bikin. Em ne li benda alîkariya dewletên navnetewyî ne. Ji ber  li gor berjewendiyên xwe tev digerin. DAIŞ bi hevkariya Tirkiyeyê êrîş û komkujî pêk anî. Lê em ê hemû gelên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bibin yek û nehêlin neyar bigihêje armanca xwe."   'Em tu carî ax û welatê xwe ji tu kesî re nahêlin'   Hediyayê bal kişand ser êrşa li ser Şaredariyên Bakurê Kurdistanê jî û wiha got: "Dewleta tirk ji her alî êrîşî gelê kurd dike. Li Bakurê Kurdistanê şaredariyên bi îradeya gelê kurd hatibû bidesxistin ji aliyê tifaqa AKP-MHP'ê hat xespkirin. Divê em li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û her di nava tevgerê de bin. Em tu carî ax û welatê xwe ji tu kesî re nahêlin, berxwedaniya me berdewam e. Ax axa me ye, em tu carî dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin."