Parlamenterên HDP û CHP'ê li Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê belavok belav kirin 2019-08-30 15:57:17   STENBOL - Parlamenterên HDP û CHP'ê ji bo mîtînga 1'ê Îlonê li Stenbolê belavok belav kirin.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarê ya Gel (CHP) ji bo mîtînga 1'ê Îlona Roja Aştiya Cîhanê ku dê ji aliyê Hêzên Demokrasî û Aştî ve li Qada Kartalê bê pîrozkirin, belavokên banga mîtîngê tê kirin belav kirin. Belavkirina belavoka ku li Kolana Îstîklalê ya Beyoglûyê pêk hat, rêveberiyên her dû partiyan û gelek welatî jî tevlî bûn. Di dema belavkirina belavokan de dirûşmeya "Ji şer re na pê re aştî" hatin berzkirin û têkildarî tayînkirina qeyûman, talana xwezayê û cînayetên jinan welatî hatin agahdarkirin.    Bi hinceta ku derbarê qeyûman de dirûşm hatin berzkirin, polîsan xwest ku belavkirina belavoka a polîsan asteng bike. Ji ber vê yekê demeke kurt di navbera polîs û parlamenteran de nîqaş derket. Parlamenter û welatiyan helwesta polîsan bi dûrişm û çepikan şermezar kir.