Partiya Keskan a Ewropayê: Em li dijî qeyûman banga edaletê dikin 2019-08-30 15:23:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep Keskan û Partiya Keskan Ewropayê, nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê dan.    Hevberdevkên Partiya Çep Keskan Eylem Tûncaellî û Sînan Tûtal û Hevseroka Partiya Keskan a Ewropayê Monîca Frassonî der barê tayînkirina qeyûman a sê şaredariyên HDP'î de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.   Eylem û Sînan di daxuyaniyê de da zanîn ku hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê Adnan Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan bi rengekî neheq ji wezîfeyê hatin dûrxistin û ew piştevaniya wan dikin û wiha gotin: "Desteserkirina şaredariyan êrîşek li dijî her kesî ye ku ji hêza guhertinê ya demokrasiyê piştrast in. Ji ber vê yekê bi navê Partiya Çep Keskan em ji bo Amedê banga edaletê dikin."   Monîca Frassonî jî wêrekiya hêzên demokratîk silav kir û wiha axivî: "Ji bo têkbirina biryara ku îradeya gel ji holê rakir, ji bo xwedî li derketina li dengan em wêrekiya hemû hêzên demokratîk ên li Amed, Mêrdîn, Wan û deverên din dadikevin qadan silav dikin. Em bang li hêzên siyasî yên Ewropayê dikin ku vê kiryarê şermezar bikin û nêzîkatiya êrîşkar a polîsan a li dijî çalakgerên protestoyî ji nêz ve bişopînin."