Di şermezarkirina qeyûman de ji dayikan peyam 2019-08-30 14:20:27   MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê ku tevli çalakiya şermezarkirina qeyûman a li Mêrdînê bûn gotin: "Em li dijî şer in. Bila êdî tu kes nemire. Rêya aştiyê vekin û em ê bi ser kevin."   Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman li ser şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê berdewam dikin. Li Mêrdînê girseya ku ji parlaêenterên partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ji endamên Meclisên Dayiên Aştiyê yên ji Êlih û Sêrtê pêk tê li gel welatiyan xwest li parka Karayollari ya li Artukluya Mêrdînê daxuyaniyê bide. Lê polîs destûr neda ku kom li cihê hero lê rûdinê rûnê û peya rê bi mertalan girtin. Lê ji ber ku HDP'yî li cihê lê hatin rawestandin rûniştin polîsan paşve gav avêt.   'Kesek nikare îradeya me xesp bike'   Piştî çalakiya rûniştinê parlamentera DHP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Nuran diyar kir ku bi derewan nikarin îradeya gel xesp bikin û wiha got: "Pergala hevserokatiyê ji bo me xeta sor e, mor rengê me ye û bi derewan îradeya gel nikare bê xespkirin. Bila demildest hevşaredarên me li peywira xwe bên vegerandin."   'Em aştî û wekheviyê dixwazin'   Ji Dayikên Aştiyê ku ji bo piştevaniyê ji Sêrtê  û Êlihê hatin Sultan Ozsoy jî diyar kir ku ew êdî naxwazin mirov bimirin  û bila êdî aştî bê vî welatî. Em wekheviyê dixwazin. Rêya Aştiyê vekin. Em ê bi ser kevin."    Ji Dayikên Aştiyê Halîme Kaya jî ev tişt got: "Em qeyûm qebûl nakin. Ji bo çi hilbijartin kirin. Bila diziya xwe berdewam bikira û dayîna diyariyên xwe jî berdewam bikira. Ji xwe li şeraredariyê rûniştî bûn. Em qeyûm qebûl nakin. Em li îradeya xwe xwedî dertên."   Piştî daxuyaniyê kom ber bi avahiya HDP'ê ya bajêr ve ket rê û meş li dar xist.