Ji bo beşdarbûna mîtinga 1'ê Îlonê ya Êlihê bang hat kirin 2019-08-30 13:38:47   ÊLIH-Rêxistina HDP'ê  û Delegasyona Êlihê ya KCD'ê ji bo beşdarbûna mîtinga 1'ê Îlonê ya li Kolana Gulistan a  Êlihê bang kirin.    Rêxistina HDP'ê  û Delegasyona Êlihê ya KCD'ê ji bo beşdarbûna mîtinga 1'ê Îlonê ya li Kolana Gulistan a  Êlihê daxuyanî da û bang kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê mîtinga 1'ê Îlonê di 16.00'an de dest pê bike û heta saet 19.00'an de dewam bike. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Tiştên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo gel pêwist e, aştî ye.    Hevberdevkê Delegesyona KCD'ê ya Êlihê Adil Erin got:"Roj roja yekîtî û sekinandina li dijî şer e. Ev konsepta li dijî îradeya kurdan ancax bi yekîtiyê têk biçe. Li dijî qeyûm û şer em ê di 1'ê Îlonê de li qadan bin."