Serîhildana Amedê ya roja 12'emîn: Saziyên jinan alîkarî dan çalakiya rûniştinê 2019-08-30 12:14:51   AMED - Çalakiya rûniştinê ya bi beşdarbûna parlamenterên HDP'ê, hevserokên şaredariyan û gel berdewam dike ket roja xwe ya 12'emîn. Dê îro meclîs û saziyên jinan jî piştigiriyê bidin çalakiya rûniştinê.    Çalakiya rûniştinê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman a li bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 12'emîn de didome. Welatiyên ku li Kolana Lîseyê hatin gel hevdu dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin,"Li dijî qeyûman yekîtî","Maf hiqûq HDP" hatin berzkirin. Parlamenterên HDP'ê  Ayşe Acar Başaran, Remziye Tosun, Saliha Aydeniz, Feleknas Uca, Musa Farısogullari, Semra Guzel beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha îro Hevserokên Şaredariya Êlihê, Kongreya Îslama Demokratîk û hemû sazî û meclîsên jinan jî ew ê saet di 12.00'an de piştgiriyê bidin çalakiyê.    Girseyê bi çepik, stran û dirûşman dest bi çalakiyê kir.    Dê di çalakiya rûniştinê de saet di 13.00'an de daxuyanî bê dayin.