Walîtiyê pankarta 'Hevserokatî xeta me ya mor e' qedexe kir 2019-08-30 11:59:14   WAN - Walîtiya Wanê pankartên 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê yên "Ji tecrîdê re na, ji aştiyê re erê" û "Hevserokatî xeta me ya mor e" ku dê di mitîngê de bê vekirin, qedexe kir.    Li Wanê destûr ji mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê re hat dayîn. Walîtiya Wanê, serlêdana komîteya amedekar a mitînga ku dê li Parqa Mûsa Anter bê lidarxistin, qebûl kir. Walîtiyê li gel ku destûr da mitîngê jî ev pankartên "Ji xespkirina vînê re na", "Ji tecrîdê na, ji aştiyê re erê" , "Hevserokatî xeta me ya mor e" , "Em li dijî kedxwarî, şer û qesrê li qadan in" ku dê di mitîngê bihatina bikaranîn, qedexe kir.