Li dijî zewicandina zarokan têkoşîneke hevpar divê 2019-08-30 11:58:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya kampanyaya "Li dijî şîdetê bibin yek, têbikoşîn û azad bibin" de pêngaveke nû dide destpêkirin. Komelgeh di çarçoveya pêngava xwe de dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de balê bikişîne ser zewicandina zarokan û têkoşîneke hevpar bide meşandin.    Ji hêla Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) ve di 28'ê tîrmehê de starta kampanyaya "Li dijî şîdetê bibin yek, têbikoşin û azad bibin" hatibû dayîn. Komelgehê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser pêngava nû û hat gotin ku bi minasebeta 1'ê Îlonê ji bo zarokan pêngaveke nû dê bê avêtin. KJAR di daxuyaniyê de wiha got: "Ji bo zarokên me li cîhanek yeksan û azad bijîn, xeyalên wan neyên kuştin, pêşketinên wan ên azad sînodar nebin, li dijî zewicandina zarokan a bi darê zorê dê xebatê bidin destpêkirin."   Li Nîjeryayê kampanyaya 'Tu sûcdar nînî' hatiye destpêkirin   Di daxuyaniya komalgehê de li ser plansaziya pêşerojê ev tişt hat gotin: "Pêngava me her meh bi kampanyayeke bi bandor dê li ser çareserkirina pirsgirêkan raweste. Li şûna ku xeyalên zarokên ku pêşerojên me ne hilweşînin, ji bo pêkanîna xeyalên wan têkoşînê esas bigirin. Zarokên ku bi darê zorê têne zewicandin dibine kurbanê zîhniyeta zilamên serdest ku ferasetên olperestî û kevneşopiya civake peş dixînin. Pêwîste ku zarokên me ji vê zîhniyeta ku zarokan dike kurbanê xwe werin rizgar kirin. Jiyanek azad ji bo wan were bexşandin. Ji bo wê yekê banga me; di serî de ji jinên Rojhilata Navin û tevahî jinan re ye ku zarokên me yên ku li her deverê cîhanê dibin kurbanê  zîhniyeta zilamên serdest têkoşînek yekgirti bikin. Di vê çarçoveyê de kampanya ku li Nijerya bi navê “Tu sûcdar nînî” hatiye destpêkirin gaveke girîng e."       'Civak ber bi tunebûnê ve diçe'   Di daxuyaniya nivîskî ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê de wiha qala mijaran hat kirin: "Serdema em tê de dijîn jinan dehf dide ber kendalan û civakê ber bi tunebûyînê ve dibe. Em dikevin merheleyek wisa ku nakokiyên civakî, netewî, çînî, aborî, hawirdor hwd. Ber bi lûtkeyê ve diçin. Pêwîste rolên ku ji aliyê şaristaniyên bi hezaran salan teybet jî şaristaniyên kapîtalîst ji jinê re diyar kirî, bi awayeke ciddî were lêpirsîn kirin û ji bo ku ev rol werin guhertin siyaseta ku niha ji aliyê aqlê mêr ve tê birêvebirin baş were tehlîlkirin û li dijî vê têkoşîn bê dayîn.    Li dijî şîdetê bibin yek   Tevgera jin bi hemleya xwe ya bi navê “Niha dema guhertin û azadiyê ye" dest bi lêpirsîna kevneşopiya civakî û rola ku ji jinê re hatî diyarîkirin dike. Ev pêngav di hemû beşên Kurdistanê û derveyê welat de li gorî xweseriyên xwe hatiye destpêkirin. Çawa ku pirsgirêka jinê sînorên welatan derbas kir û gerdunî bû pêwîste ji bo çareseriyê jî di asta gerdunî de têkoşîn bê dayîn.    Ji bo vê jî wek KJAR,  ji bo rojevîkirina pirsgirêkên  azadiya jinê û guhartina civakê û ji bo pêşxistina jiyaneke alternatîf ku di çarçeveya pêngave “Li dijî şîdetê bibin yek, têbikoşîn, azad bibin" de me 28'ê tîrmehê starta pêngavê dabû destpêkirin. Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji bo zarokên me li cîhanek yeksan û azad bijîn, xeyalên wan neyên kuştin, pêşketinên wan ên azad sînodar nebin, di çarçoveya pêngavê de me li dijî zewicandina zarokan xebat da destpêkirin.    Dê ji bo xeyalên zarokan têbikoşin   Pêngava me her meh bi kampanyayeke bi bandor çareserkirina pirsgirêkan wê rêveçûnê esas bigire. Li şûna ku xeyalên zarokên ku pêşeroja me ne hilweşînin, ji bo pêkhatina xeyalên wan têkoşînê esas bigirin. Zarokên ku bi darê zorê têne zewicandin dibin qurbana zîhniyeta zilamên serdest ku feraseta olperestî û kevneşopiya civake peş dixînin,  pêwîste ku zarokên me ji vê zîhniyeta ku zarokan dike kurbanê xwe were rizgarkirin, divê jiyaneke azad ji bo wan were bexşandin.    Bila zarok nebin qurbanê zîhniyeta serdest   Ji bo wê yekê banga me; di serî de ji jinên Rojhilata Navîn û bi tevahî jinan re heye ku zarokên me yên ku li her deverê cîhanê dibin qurbanê zîhniyeta zilam a serdest, divê têkoşînek yekgirti bidin meşandin. Di vê çarçoveyê de kampanya ku li Nijerya bi navê “tu sûcdar nînî” hatiye destpêkirin gaveke girîng e. Li gor vê yêkê pêwîste zayendperestiya civakê were lêpirsînkirin. Ji bo cîhanêk azad a jinê were avakirin, pêwîste hemû jin zayendperestî, netewperestî, olperestî û zanistperestiyê wek argumanên ku li dijî wana têkoşînê bidin bibînin.    Ji bo cîhaneke azad jiyaneke alternatîf hewceye    Ji bo cîhanêke azad a jinê, divê li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk,  li dijî hilweşandina hawirdor û xwezayê têkoşîna ekolojîk, li dijî pergala talanker a kapîtalîst, aboriya komûnal pêwîst e.  Di roja me ye îro de çawa pirsgirêkên ku tên jiyin, bi şoreş û guhertina seyra dîrokê xwedî teybetmendiyek in, KJAR bi vê zanebûnê dixwaze guhertina seyra dîrokê li gorî berjewendiyên jinan werin guhertin. Têkoşîneke aktîf, sekneke xurt, afirandina jiyanek alternatîf ji bo me nebe nabe ye.   Em ê têkoşîna hevpar bidin meşandin    Di bingeha Rojhilata Navîn de pêwiste ku em felsefeya jiyana azad, bi hemû jinên gelên ku bi hev re dijîn, têkoşîneke hevbeş li pêşbixin bidin qebûlkirin. Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' emê pirsgirêkên xwe bixin rojevê. Divê em rojeva xwe  bi rojeva cîhanê re bikin yek.    Di vê çarçoveyê de em wek KJAR bang li hemû tevgerên jinê ên li dijî pergalê ne dikin ku; yên  ekolojîst, femînîst, dijfaşîst, dijkapîtalîst, rewşenbîr, hunermend û hwd. Ji bo ku em bi hev re guhertin û azadiya xwe bi destbixin bi têgihîştina 'Li dijî şîdetê bibin yek, têbikoşin, azad bibin' têkoşîna hevbeş bidin meşandin."