Li Farqînê jina 70 salî Raîfe Înatçi hat girtin 2019-08-30 10:49:37   AMED - Raîfe Înatçi ya 70 salî li Farqînê, hilgirtina pankartê ya di meşê de ku hilgirt wekî hincet hat nîşandan û ji ber ku cezayê wê yê 3 sal, mehek û 15 roj hat teqezkirin ew girtin û kirin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.    Jina 70 salî Raîfe înatçi ya li Gundê Hacîca ya navçeya Farqînê ya Amedê dijî û xwendin û nivîsandina wê tune, bi hinceta ku di meşeke lidarxistin de pankarta bi dirûşma "Ciwan fedayiyên Apo ne"  hilgirt, lêpirsîn darbarê wê de hatibû vekirin.  Raîfe di çarçoveyê lêpirsînê de, di sala 2009’an de hatibû binçavkirin. Raîfe ya dûre sewqî Edliya Amedê hatibû kirin, piştî îfadeya  wê hat girtin, serbest hatibû berdan.    Di encama lêpirsîna derbarê Înatçi hat meşandin de, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Ligel ku ne endamê rêxistinê ye jî, li ser navê rêxistinê sûc kirin” doz lê hat vekirin. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdîanameya Înatçi qebûl kiri û bi heman sûcdarî û îdîayan 3 sal, 1 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Înatçi birî.    Dadgeha Bilind a ku cezayê li Raîfeyê hat birîn nirxand, biryara dadgeha herêmî erê kir. Dayika 7 zarokan Raîf ya 70 salî ya 3 sal, mehek û 15 roj cezayê wê girtîgehê hat erêkirin, di 27’ê Tebaxê de hat binçavkirin û piştî derxistin edliyê, şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.   Xizmên Raîhfeyê, diyar kirin ku ji ber temenê Raîfe mezine, gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û gotin: “Ger di girtîgehê de bimîne wê pirsgirêkên wê yên tenduristî girantir bibin.”