Li Nîgdeyê mirina jinekê ya bi guman 2019-08-30 10:01:22   NÎGDE - Li Nîgdeyê jina bi navê Maryam Hussanini, bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.   Welatiyên ku hay bûn ji avahiyekê bîhna nexweş tê, agahî dan polîsan. Di lêkolîna ku li avahiyê hat kirin de, derket holê ku jina Afganî a bi navê Maryam Hussanini (41) bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Hat aşkera kirin ku Maryam berî bi hefteyekê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Maryamê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Omer Halîs Demîr.    Hat diyarkirin ku hevjînê Maryam ê winda jî  wekî gumanbar lêgerîna wî tê kirin.